Siyasetmedar: Divê ENKS`ê dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav bike

Siyasetmedarên Kurd ên ji Rojava diyar kir ku divê ENKS'ê dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav bike, da ku ji bo yekitiya neteweyî ya kurdî gav werin avêtin.

Siyasetmedar: Divê ENKS`ê dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav bike
22 sibat, 2021   05:09
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Siyasetmedarên li Rojava diyar kir ku gavên destpêkê yên ji bo serxistina însiyatîfa yekitiya kurdî ew e ku ENKS`ê dev ji hişmendiya xwe berde û dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav bike.

Serokê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo axivî û got:"Ji destpêka 2011`an ve û heta roja îro sedema binketina însiyatîfa yekitiya kurdî ew e ku serokên partiyan berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurd re digirin û ya herî girîng ew e ku biyarên pirraniya partiyên ne di destên wan de ne."

Têlo da zanîn ku sedema binketina yekitiya kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye ku her carê şertên nû derdixe.

Ji însiyatîfên ku partiyên ENKS`ê bi xwe betal kirine; belgeya ku di navbera partiyên kurdî de ya di 14`ê Gulana 2011`an de hate mohrkirin, Însiyatîfa Partiyên Niştimanî yên Kurdî, piştre Desteya Bilind a Kurdî ku di 2012`an de bû, dûvre ji projeya rêveberiyê ya demkî ya ji bo herêmên kurdî û hevbeş vekişiya ku di sala 2013`an de bû û betalkirina şêwira siyasî ya kurdî ya 2014`an bû.

ꞌPÊDIVIYA YEKITIYÊ BI ÎRADEYEKE SIYASÎ YA RASTEQÎN HEYEꞌ

Ferhad Têlo bal kişand ser însiyatîfa dawî ya ku Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di Cotmeha 2019`an de ji bo yekitiya kurdî pêşniyar kiribû kir, ku bi navbeykariya Amerîkayê bû û ji bo yekitiya kurdî bû, lê ji ber şertên nû û yên her tim ên ENKS`ê bi derengî bi rê ve diçe û got: "Di însiyatîfa dawî de Amerîka ji me re got ku hûn her tim me li gava yekemîn vedigerînin anku li paş vedigerînin."

Têlo ev nirxandin kir:"Ger pirsgirêkeke cidî hebe mirov dikare bi rêya diyalogan çareser bike, lê divê îradeyeke siyasî û rastî hebe, êdî cihê mixabiniyê ku ENKS`ê her tim astengiyan derdixe."

Têlo di dawiya axaftina xwe de got:"Heta niha ENKS`ê dewleta Tirk a ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkiriye, wekî dewleteke dagirker nabîne, heta îtîrafê bi guhartina demografiya û komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîne nake, lê di rastiyê de ev yek ji bo doza kurdî xeteriyeke mezin e, ENKS`ê  şertên Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî li ser me ferz dike."

ꞌDEWLETA TIRK, DEWLETEKE DAGIRKER Eꞌ

Endamê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Faris Osman jî tev li nêrîna Ferhad Têlo bû ku partiyên siyasî yên kurdî divê dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin û ji bo xizmeta gelê Kurd tev bigerin. Her wiha da zanîn ku hêviya wan bi tevgera siyasî heye ku di vê qonaxa hestiyar de yekitiya kurdî ava bike.

Faris Osman jî dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bi nav kir.

ꞌDEWLETA TIRK STRATEJIYA XWE LI SER QIRKIRINA KURDAN AVA DIKEꞌ

Çalakgera siyasî Leyla Siwar jî axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker isbat kir ku hebûna wê li ser bingeha qirkirina gelê Kurd e û stratejiya xwe jî li gorî vê yekê ava kiriye, ji lew ra divê partiyên kurdî rastiya vê yekê baş nas bikin.

Leyla Siwar bal kişand ser girîngiya ku hemû partiyên kurdî yên li Rojava dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker bibîne û ev xal xêz kirin:"Ger lihevkirin der barê ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e çênebe, tê wateya ku em ê dev ji herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine berdin, ji van herêman; Efrîn, Girê Spî û Serêkanyê."

Leyla Siwar di dawiyê de ev pirs ji partiyên ku dewleta Tirk newekî dewleteke dagirker dibîne û banga xebata ji bo doza kurdî dikin, kir: "Dê çawa xebat ji bo doza kurdî were kirin ku em dewleta Tirk wekî dewleteke dagirker nebînin?

ꞌXEBATA JI BO YEKITIYA NETEWEYÎ RIHEKÎ WELATPARÊZÎ DIXWAZEꞌ

Siyasetmedar Hêvîn Reşîd got gelê Kurd her tim xizmeta gelê din dike, lê niha û ji xwe ev cara yekemîn ku gelê Kurd ji bo doza xwe xebatê dike, ev jî bi serê xwe serkeftineke.

Hêvîn Reşîd destnîşan kir ku divê ENKS`ê dev ji hişmendiya xwe ya ku  yekitiya neteweyî ya kurdî asteng dike berde û got:"Ji roja yekemîn ve ENKS'ê şerê Rêveberiya Xweser dike û her tim li pey siyasetên dijminan tev digere, vê yekê jî hişt ku baweriya bi van partiyan nemîne."

Di dawiyê de Hêvîn Reşîd diyar kir ku ger ENKS`ê bixwaze xizmeta gelê Kurd bike divê bi rihê welatparêziyê tev bigire û dev ji buhaneyên xwe yên bê bingeh berde.

(eh)

ANHA