Komxebata bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dawî bû

Komxebata bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi biryaran bi dawî bû. Beşdaran îşaret bi girîngiya destekdayîn û pêşxistina tecrûbeya Rêveberiya Xweser kirin.

Komxebata bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dawî bû
Komxebata bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dawî bû
Komxebata bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dawî bû
21 sibat, 2021   16:41
QAMIŞLO

Desteya Pewerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê komxebatek lidar xist. Di komxebatê de du mijarên sereke; Mafên fêrbûna bi zimanê dayikê û fêrbûna pirzimanî û pirçandî di pergola perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşên li ser herdu mijaran komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan:

-Em li dijî pergalên totalîter û otorîter in, mafê gelan heye ku bi zimanên xwe fêr bibin.

-Pêwîste ku Neteweyên Yekbûyî mekanîzmayên nû ji bo biryaran û pêşniyaran bigire ku raman û berjewendiya gelan, ne dewletan li ber çav bigire.

-Divê rêxistinên navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl roleke aktîv di piştevaniya proje û saziyên fêrkirina bi zimanê dayikê de bilîzin.

-Divê meteryalên perwerdeyê yên hemû pêkhateyan di dibistanan de hebin û her pêkhateyek bi zimanê xwe fêr bibe.

-Divê di vî warî de destek bi tecrubeya Rêveberiya Xweser were kirin û were pêşxistin.

-Pêwîste koordîne bi desteyên qanûnî û sivîl re were avakirin, da ku eniyeke berfireh were avakirin da ku mafên kêmnetew û etnîkan di warê ziman de werin mîsogerkirin.

ANHA