Jinên Minbicê: Bi têkoşîna jinên berxwedêr em ê bi ser kevin

Jinên ku beşdarî Mîhrîcana 3’yemîn a Huner û Wêjeyî ya Jinan ya li Minbicê bûbûn, piştrast kirin ku tevên gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê hîna jin tê dikoşin, da ku rola xwe bisepînin û li hember dijminên jinan di berxwedanê de bi israr in.

Jinên Minbicê: Bi têkoşîna jinên berxwedêr em ê bi ser kevin
21 sibat, 2021   16:58
MINBIC

Li Minbicê di 20 û 21’ê vê Sibatê de Mîhrîcana 3’yemîn a Huner û Wêjeyî ya Jinan bi diruşma" Jin kaniya huner û afrîneriyê ne" li dar ket. Di mîhrîcanê de tevahî jinên pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2021/02/21/155102_zynb-hmw.webp

Hejmareke jinên ku beşdarî mîhrîcanê bûne axivîn. Bi wê re jî Zeyneb Hemo wiha got, armanca lidarxistina vê mîhrîcanê ew e ku jin li mîras û rihên xwe yên bingehîn vegerin û bi lixwekirina jinan a cilên folklorî re îsbat bû ku jinan parastina mîras û çanda xwe dikin.

Zeyneb Hemo diyar kir ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Minbicê bi taybet, Navenda Çand û Hunerê Mîhrîcana 3’yemîn a Huner û Wêjeyî ya Jinan li dar xist, da ku rola jin û israra wê ya berxwedanê îsbat bikin.

Li aliyekî din jî Ruweyda Mihemed wiha got: "Tevî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê em li ber xwe didin û me du rojan mîhrîcan li dar xist. Da ku ji cîhanê re bisepînin ku tevî gefan jin di erkên xwe de bi israr in, ku tevahî cîhanê israra jinên Sûriyê bibîne."

/ar/uploads/files/2021/02/21/155141_rwyda-mhmd.webp

Ruweyda Mihemed da zanîn ku mîhrîcan şanseke bû ku jinên tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîras û çandên hev din binasin û parastina wê ji têkçûn û helandinê biparêzin.

/ar/uploads/files/2021/02/21/155206_sham-hmw_1.webp

Sîham Hemo destnîşan kir ku beşdarbûna li mîhrîcanê baş bû û wê jî bedewabûneke taybet da mîhrîcanê bilixwekirina jinan a cilên folklorî.

Sîham Hemo piştrast kir ku bi hevgirtin û yekitiya tevahî pêkhateyan dê Sûriyeke yegirtî û nû ava bikin ku tê de ewlehî, aştî û edalet hebe.

Sîham Hemo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tevî rewşên dijwar ên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin re, lê hîna jin tê dikoşin heta ku serkeftin, destkeftî û afrîneriyê di tevahî aliyan de pêk bînin."

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d3G8s74FEKQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>