‘Divê dagirkerî were bidawîkirin û mafên fêrbûna bi zimanê dayikê werin bidestxistin’

Endamên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Efrînê got, dagirkerî û modernîteya kapîtalîst a ku xwe li ser gelên bindest ferz dikin, sedemên bingehîn ên qedexekirina axaftina bi zimanê dayikê ne. Endaman bang li tevahî rêxistinên hiqûqî kir ku dagirkeriyê rawestînin û mafên axaftina bi zimanê dayikê bidin tevahî gelan.

 ‘Divê dagirkerî were bidawîkirin û mafên fêrbûna bi zimanê dayikê werin bidestxistin’
21 sibat, 2021   16:14
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

/ar/uploads/files/2021/02/21/150400_khatwn-abrahym-5b1600x12005d.webp

Endamên jin ên Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Efrînê bi rêya daxuyaniyekê ku li parka Ehresê ya kantona Şehbayê dane, axivîn. Girêdayî vê yekê endama Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Xatûn Îbrahîm wiha got: "Em Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li tevan pîroz dikin. Girîngiya vê rojê ji tevahî gelên herêmê re mezin e. Ji ber ku ziman navgîneke bingehîn a jiyana mirovan e. Heke me xwest gelekî binasin, divê em zimanê wî binasin, da ku nasname û çanda keşf bikin."

Xatûn Îbrahîm diyar kir ku gelê Kurd bi şoreşa Rojava ziman û wêjeya xwe ji qirkirinê parast û got: "Di her sale de tevahî dewletên cîhanê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikin. Lê tenê em Kurd mafên me di vê rojê de tune ye. Ji ber ku em bi axaftina bi zimanê kurdî hatibûn mehrûmkirin û nebûbû zimanekî bingehîn di dibistanên me de. Lê belê piştî şoreşa Rojava me wêjeya kurdî ji qirkirinê parast."

Xatûn Îbrahîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji bo me şanseke mezin e ku me armancên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê li dibistanên xwe bi dest xist. Lê rêxistinên navneteweyî çav ji vê yekê re digirin û nahêlin em mafên xwe yên ziman pêk bînin. Ji ber ku rêxistinên destkeftiyên gelê Kurd li ser tevahî astan pêk anîne, nabînin."

/ar/uploads/files/2021/02/21/150424_rwzyn-dwdkh-5b1600x12005d.webp

Li aliyekî din jî endama Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Rozîn Dodex wiha got: "Her civakek bi rêya çand û zimanê xwe tê nasîn. Gelên ku bi zimanê xwe neaxivin pirsgirêk di navbera wan de bi der dikevin, wekhevî û edalet pêk nayê."

Rozîn Dodex wiha berdewam kir: "Em gelê Kurd bi hêvî ne ku mafên xwe yên xwezayî di xwendin, nivîsandin û perwerdeya bi zimanê dayikê de bi dest bixin. Ji ber ku rola ziman di civakan de bingehîn e. Heke em bi zimanê xwe neaxivin, dê wê demê tu nirxê zimanê me di nivîsandina dîrok û şaristaniya me de li pêş çavên cîhanê tune bin."

Rozîn Îbrahîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê tevahî rêxistinên bibin alîkariya gelên bindest, dagirkeriyê û modernîteya kapîtalîst a ku xwe li ser gelên bindest ferz dikin, bi dawî bikin û zimanê kurdî bi awayekî eşkere bixin nava tevahî meteryalên xwendinê."

(fr)

ANHA

 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fs3fDygKDsc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>