Di komxebata NRLS'ê de banga lidarxistina kongreya neteweyî hate kirin

Di Komxebata Nakokiyên Kurdî-Kurdî de hate gotin, pêwîste partiyên kurdî dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî û partîtiyê berdin û xizeta doza kurdî bikin.

Di komxebata NRLS'ê de banga lidarxistina kongreya neteweyî hate kirin
20 sibat, 2021   15:46
QAMIŞLO

Di rûniştima 3'yemîn a Komxebata NRLS'ê ya Nakokiyên Kurdî-Kurdî de siyasetmedarê Kurd Ekrem Hiso û Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Asya Abdullah axivîn û der barê çareseriyên stratejîk û pêşeroja doza kurdî pêşniyarên xwe kirin.

Rûniştina sêyemîn bi axaftina siyasetmedarê Kurd Ekrem Hiso dest pê kir. Hiso destnîşan kir ku qonaxa heyî bi serkêşiya Kurd ji bo cîhan derbasî qonaxeke nû dê bibe pirek.

Hiso got, divê Kurd têkildarî dagirkerên Kurdisanê helwestekê nîşan bidin û li hemberî dijminan yekitiyeke siyasî çêkin. Her wiha da zanîn ku di siyaseta cîhanê de û di serî de di siyaseta DYA`yê de guhartin çêbûn û divê Kurd li gorî van guhartinan tev bigerin û çareseriyekê ji doza kurdî re bibînin.

Ekrem Hiso bi domdarî got:"Rewşa Sûriyê ji avabûna cismên siyasî bêy hebû û nûnertiya Kurdan di çareseriya aloziya Sûriyê re dê çareseriyekê bi xwe re neyne. Rewşa ku îro gelê Kurd li Sûriyê tê re derbas dibin ku di nava hemû cismên siyasî yên muxalif de têne paşguhkirin tenê xizmeta siyasetên dijbertiya doza kurdî dike, ji lew ra divê Kurd yekitiya xwe çêkin û yekitiya xwe beşdariya xwe ji cismên dijber ên Sûriyê re ferz bike."

Ekrem Hiso têkildarî diyalogên kurdî-kurdî ya însiyatîfa dawî got, divê guhartin tê de çêbibe da ku beşdariya hemû kesayetên kurdî û partiyên kurdî yên derveyî însiyatîfê misoger bibe, her wiha divê komîteyên çavdêriyê ji serbixweyên Kurd werin avakirin ku aliyên kurdî beşdarî vê însiyatîfê bibin.

Li aliyekî din jî Endama Desteya Rêveber a Kongreya Star Asya Abdullah axivî û got, divê jina Kurd bi rêya kongreya neteweyî ya kurdî beşdarî çareseriya doza kurdî bibe û ji bo pêkanîna van armancan divê jin rola xwe ya pêşeng pêk bîne.

Asya şerê birakujiyê wekî xeta sor nîşan kir û diyar kir ku divê ev şer û peymanên bi dijmirên gelê Kurd re werin bi dawîkirin.

Asya Abdullah destnîşan kir ku li şûna ku xebat bi rêya saziyên partîtiyê were meşandin divê saziyeke neteweyî were avakirin da ku siyaseta kurdan a têkildarî helwestekê were diyarkirin. Her wiha da zanîn ku cismên siyasî yên neteweyî di heman demê de dê bikare parastina destkeftiyên kurdî bike û dê Kurd bi rêya wê yekitiya hêzên xwe yên leşkerî yên kurdî çêke û ji bo parastina Kurdistanê tev bigerin.

Asya Abdullah eşkere kir ku qonaxa heyî ji civaka Rojavayê Kurdistanê dixwaze ku tevgereke neteweyî bi rê ve bibe û got:"Gelek astengî hatin derbaskirin û li Rojava ji bo yekitiyeke neteweyî kurdî kar û xebat tê kirin û divê ji bo rakirina astengiyên mayî kar were kirin."

Endama Kongreya Star Asya Abdullah diyar kir ku berdewamî û gihandina peymaneke siyasî ji her du aliyan tê xwestin ku karên hevbeş bi rê ve bibin û ew wekî Partiyên Yekitiya Niştimanî yên Kurdî hewldana vê yekê dike û berdewam e jî û divê her kes li bingeha stratejiya kurdî bifikirin.

Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de got di vê qonaxa heyî de divê kongreyekî neteweyî kurdistanî li dar bikeve ku ji bo hemû aliyan zemînekê çêke, civaka kurdî vê perpisyariyê radikve û divê xwedî biryar be ku bihêje kongreyên wiha û dûrî berjewendiyên partîtiyê û kesayetî ku xizmeta doza kurdî nake tevgerke neteweyî kurdistanî ava bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h-Qkc91mc94" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>