`Armanca dewleta Tirk siyaseta Tirkkirinê û parçekirina herêmên dagirkirî`

Rêveberiya Komîteya Perwerdehiyê ya kantona Girê Spî, Salih El-Hecî got ku armanca dewleta Tirk ya perwerdehiya bi zimanê Tirkî li herêmên dagirkirî siyaseta Tirkkirinê û parçekirina van herêman ji Sûriyayê û girêdana bi serweriya Erdogan ve ye.

`Armanca dewleta Tirk siyaseta Tirkkirinê û parçekirina herêmên dagirkirî`
20 sibat, 2021   15:06
EYN ÎSA

Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya kantona Girê Spî Salih El-Hecî bal kişand ser siyaseta domdar a dewleta Tirk a tirkkirinê li herêmên dagirkirî û wiha got:" Armanca dewleta Tirk ew e ku herêmên dagirkirî ji xaka Sûriyê qut bike û bi Tirkiyê ve girê bide. Vê yekê jî li pêş çavên pêdengiya civakên navneteweyî pêk tîne, tevî ku sûcên dewleta Tirk hemû qanûn û peymanên navneteweyî pin pê kirine."

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî siyaseta perwerdehiya bi zimanê Tirkî di dibistanên wan herêman de dimeşîne û ala Tirkiyê li ser dibistanê hildan.

Têkildarî wê Salih El-Hecî diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya siyaseta Tirkkirinê hewl dide ku bingeha mercên guncav ava bike da ku herêmên dagirkerî tev li desthildariya Erdogan bike.

El-Hecî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna siyaseta xwe metiryala dewleta Tirk dixe dibistanên herêmên dagirkirî, alên dewleta Tirk li ser dibistanan bilind dike û lîstok û balonan li ser zarokan belav dike.

Her wiha dewleta Tirk di van demên dawîn de dibistanek amedehî li bajarokê Hemam El-Tirkman ê girêdayî kantona Girê Spî vekir û bi amedebûna weliyê Ruhayê (Urfa) ala dewleta Tirk li ser dibistananê bilind kirhilda.

Endamê komîteya perwerdehiyê Salih El-Hecî bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanan bike û van sûcên qedexe bike.

Her wiha hejmara dibistanên li herêmên ku dewleta Tirk li Girê Spî û Serêkaniyê gihaşt 267 dibistanan ku 28 hezar xwendekar lê belav dibin.

(dm)

ANHA