Li Dêrazorê teqîn

Di encama teqîna motorsîklêtekê de li bajarokê El-Besîra yê li rojhilatê Dêrazorê de, gelek sivîl birîndar bûn.

Li Dêrazorê teqîn
20 sibat, 2021   11:35
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, vê sibê li sûka bajarokê El-Besîra yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê motorsîklêtek teqiya.

Li gorî agahiyan gelek windahî di nava sivîlan de hene lê hejmara wan nehat zanîn.

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê çalak in û êrişan li dijî sivîlan pêk tînin.

Çeteyan beriya demekê gefa kuştinê li sivîlan xwar. Şêniyên bajarokê El-Şehîl ê Dêrazorê seriyê jêkirî yê kesekî nenas dît ku li ser kaxiza pê re çeteyên DAIŞ`ê gefa kuştinê li şêniyan dixwin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JbSdybkxyPQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>