Hisên Umer: Xwepêşandanên li Iraqê dê derbê li planên Tirkiyê bixe

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer xwepêşandanên gel ên li Iraqê yên li dijî dewleta Tirk bi destpêkeke baş bi nav kir û got "Heke hêzên erebî û kurdî piştgirî danê, wê bibe derbeyek ji plan û hebûna dewleta Tirk re."

Hisên Umer: Xwepêşandanên li Iraqê dê derbê li planên Tirkiyê bixe
20 sibat, 2021   01:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja pêncşemê gelê Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê, li pêşiya balyozxaneya dewleta Tirk a li Bexdayê xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan ji aliyê ciwanên iraqî ve hatibû birêxistinkirin.

Êrişa herî dawîn di 10`ê Sibatê de li ser çiyayên Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat ku tê de balafirên şer û helîkopter hatin bikaranîn û leşker bi balafiran li herêmê hatin danîn. Lê belê bi berxwedana gerîlayên HPG`ê êriş hatin têkbirin û artêşa Tirk neçar ma vekişe.

‘PIŞTÎ SERDANA HULUSÎ AKAR HELWESTÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ DIYAR BÛN’

Têkildarî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî Hisên Umer dibêje: "Di demên dawîn de bi taybet piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirk ji Bexda û Hewlêrê re, gelek helwestên zelal derketin ku berê ew helwest ne diyar bûn."

Umer anî ziman ku xuya ye daxwazên wezîrê şer ê Tirk ji derfetên hikumeta Iraqê mezintir bûn û dê bihişta ku hevsengiya hikumeta Iraqê xirab bibe.

Şîrovekarê siyasî di dewama nirxandina xwe diyar kir ku hikumeta Iraqê helwesteke hişk girt û ji ber wê yekê wezîrê şer ê Tirk bi lez û bez alîkarî ji Hewlêrê xwest û wiha domand: "Lê diyar e ku helwesta hikumeta navendî ya hişk li hemberî delweta Tirk bandor li hikumeta Hewlêrê jî kir ku wê jî daxwazên Tirkiyê pêk neanîn."

Umer diyar kir ku têkçûna hikumeta Tirk di pêkanîna armancên xwe de moral da hikumeta navendî ya Iraqê û bandoreke erênî li wê û li hêzên li dijî hebûna dewleta Tirk ên li Iraqê kir.

‘XWEPÊŞANDAN DESTPÊKEKE BAŞ E’

Umer di nirxandina xwe de behsa xwepêşandanên li Bexdayê yên li dijî destwerdana dewleta Tirk li Iraqê kir, ew bi destpêkeke baş bi nav kir û got divê hemû hêzên demokratîk ên kurdî û erebî û hêzên din ên Iraqê piştgiriyê bidinê.

Umer got ev xwepêşandan dê bibin faktorek ji bo xwestina derketina hêzên Tirkiyê ji hemû xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê.

Hisên Umer îşaret bi 35 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk kir ku piraniya wan li herêma Behdînan a Başûrê Kurdistanê ne û tekez kir ku ev xwepêşandan dê destpêkeke baş bin da ku helwesta hikumeta Iraqê ya li dijî destwerdana dewleta Tirk, xurt bibe.

‘ÎHTIMALÊN ÊRIŞA DEWLETA TIRK LI DIJÎ ŞENGALÊ LAWAZ BÛN’

Umer bandora van xwepêşandanan li ser peymanên li dijî îradeya gelê Şengalê pêk hatine, wiha nirxandin: "Bi her awayî, dê rola hêzên Iraqê yên li dijî tevlêkirina Şengalê ji Herêma Kurdisatnê re, xurt bike. Lê PDK bi hemû rêbazan hewl dide ew li Şengalê xwediyê desthilatê be. Tu helwesteke din ji bilî wê, dê ne xema hikumeta herêmê be."

Umer destnîşan kir ku îhtimalên pêkanîna êrişan li ser Şengalê ji aliyê dewleta Tirk ve lawaz bûne. Her wiha îşaret bi hebûna 10 hezar leşkerên Iraqê û Heşdî Şebî kir ku di demên dawîn de tevî cebilxane û çekên pêşketî derbasî Şengalê bûn da ku li hemberî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk bisekinin.

Demeke berê li dijî destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Başûrê Kurdistanê de, li bajarê Silêmaniyê xwepêşandan pêk hatibûn û hatibû xwestin ku rêveberiya herêmê bibe yek û hêzên Tirkiyê ji herêmê bên derxistin.

‘DEWLETA TIRK DIJMINA HEBÛNA GELÊ KURD E’

Li ser dijberiya dewleta Tirk û Îranê ji gelê Kurd re, Umer got: "Mijareke pir girîng heye divê neyê derbaskirin. Ew jî niyetên dijminane yên rejima Îranê li hemberî gelê Kurd, Başûrê Kurdistanê yan Rojavayê Kurdistanê ye. Lê divê em bizanin ku dijminahiya dewleta Tirk li hemberî Kurdan zêdetir e."

Umer di wê derbarê de da zanîn ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere dixwaze hebûna Kurdan tune bike, lê Îran vê yekê bi awayekî eşkere nake û wiha nirxandina xwe domand: "Li Îranê sazî, ajansên nûçeyan û televîzyoneke fermî bi zimanê kurdî hene. Her wiha zanîngeh û parlamanterên Kurd hene ku di Parlamantoya Îranê de bi zimanê kurdî diaxivin. Ev yek nayê wateya parastina Îranê."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku cudahiyeke mezin di navbera dewleta Tirk û Îranê de heye û got: "Derketina vê xwepêşandanê di esasê xwe de însiyatîfeke baş e di vê demê de, lê pêwîstiya wê bi piştgirîdayînê heye."

(cx)

ANHA