Dosyaya doza malbatên şehîdan a li dijî Rûdawê rakirin dadgehê

Berdevkê Serdozgeriya Giştî ya Qamişloyê Ciwan Mistefa diyar kir ku dosyaya girêdayî doza ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li dijî televîzyona Rûdawê rakirine dadgehê û tê payîn ku di demeke nêz de dadgeh biryara wê bide.

Dosyaya doza malbatên şehîdan a li dijî Rûdawê rakirin dadgehê
20 sibat, 2021   04:48
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo di 20`ê Çileyê de dozek li dijî televîzyona Rûdawê rakir Serdozgeriya Giştî ya Meclisa Dada Civakî ya Qamişloyê. Malbatan di doza xwe de got televîzyona Rûdawê agahiyên nerast weşandine û tekez kir ku ew rastiyê berovajî dike, her wiha banga girtina nivîsgeha wê kir.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Hêvî El-Seyid sedemên ku hişt vê dozê li dijî Rûdawê vekin, hewldanên wê yên reşkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û wiha axivî: "Yek ji wan berovajîkirina logoya Rêveberiya Xweser û çawa henekên xwe pê kirin, amadekirina raporên ku ji rastiyê dûr in û armanca wê ku şêniyên herêmê li dijî Rêveberiya Xweser derkevin, her wiha rapora ku nûçegihaneke wan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan amade kir û tê de şehîdbûn wek kuştin pênase kir û ev yek ji bo şehîdan qet nayê qebûlkirin."

Hêvî El-Seyid destnîşan kir ku kanala Rûdawê bi rêya nûçeyên xwe armancên dewleta Tirk pêk tîne û wiha domand: "Mînaka wê jî êrişa dewleta Tirk a li dijî Eyn Îsayê ye ku şêniyan li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsan xwepêşandanek li dar xist û bang li Rûsyayê kirk u rola xwe li beramberî êrişên dewleta Tirk wek dewleteke garantor, pêk bîne. Lê televîzyona Rûdawê rastî berovajî kir û got şênî li pêşiya bargeha Rûsan kom bûne û banga derketina QSD`ê ji herêmê dikin. Ev yek jî wek nûçeyên ku ji aliyê Ajansa Anadolu ya girêdayî hikumeta Tirk, hate weşandin."

Hêvî El-Seyid got piştî doza ku li dijî televîzyona Rûdawê vekirin, wan jinek ji kampa Waşûkanî ya Hesekê biriye studyoya xwe da ku der barê hin tiştên dûrî rastiyê de biaxive û armanca wê jî derbekirina Rêveberiya Xweser e û wiha pê de çû: "Tevî ku ew jin hevjîna şehîdekî ye û dayika du şehîdan e. Dema me serdana kampa Waşûkanî kir, ji me re tekez kir ku kurê wê ew neçar kiriye ku li dijî Rêveberiya Xweser biaxive û wê nizanîbû ku televîzyona Rûdawê dê hevpeyvînê bi wê re çêke."

Her wiha berdevkê Serdozgeriya Giştî ya Meclisa Dada Civakî ya Qamişloyê Ciwan Mustefa diyar kir ku piştî doza ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li dijî televizyona Rûdawê û gerîndeyê wê Fehed Sebrî bi awayekî fermî bi tawana weşandina gotegot û agahiyên derew, wan agahî da gerîndeyê nivîsgeha Rûdawê ya Qamişloyê da ku li wî guhdar bikin û got: "Piştî ku me li wî guhdar kir û doz ji dadgehê re şand, dê bi beşdarbûna Meclisa Malbatên Şehîdan, Derdozgeriya Giştî, Yekitiya Ragihandina Azad û gerîndeyê televîzyona Rûdawê dê li dadgehê kom bibin da ku dadgeh bi awayekî eşkere li her du aliyan guhdar bike û biryarê di vê dozê de bidin.”

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q9wuq8BuS6U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>