Dagirkeran li Efrînê sivîlekî din revandin û bi dehan dar birîn

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Raco ya Efrînê sivîlek revand. Çeteyên Sûltan Mûrad jî li bajêr bi dehan darên zeytûn û gozan birîn.

Dagirkeran li Efrînê sivîlekî din revandin û bi dehan dar birîn
19 sibat, 2021   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, Mihemed Mihemed Mûstefa yê li gundê Janjalî ya girêdayî navçeya Raco ya Efrînê revand.

Koma çeteyan a bi navê Sûltan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk jî li navend û navçeyên Efrînê zêdetirî 75 darên zeytûn û gozan birîn.