​​​​​​​TJK-E: Em ji bo jinên Efrînê 20`ê Sibatê li qadan bin

TJK-E di serî li jinan, bang li her kesî kir ku tev li mesa 20'ê Sibatê ya ji bo xwedîderketina Ii Berxwedana Serdemê bibin.

​​​​​​​TJK-E: Em ji bo jinên Efrînê 20`ê Sibatê li qadan bin
19 sibat, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

TJK-E'yê bang kir ku her kes 20'ê Sibatê (Sibe) tev li meşa dijî dagirkeriyê ya li ser Efrînê bibe.

TJK-E'yê dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê ya 20'ê Çile ya 2018'an bi bîr xist, got di êrişên dagirkeriya Tirk de her cure çek hatin bikaranîn, bi hezaran sivîl şehîd bûn, bi sedan jin hatin qetilkirin an jî tecawiz li wan hatiye kirin, êşkence li wan kirine yan jî li bazarên koleyan hatine firotin û bi sed hezaran mirov hatine koçbekirin. TJK-E'yê got, ''Li herêmê yek ji sûcê herî mezin ê mirovahiyê hatiye kirin ku qirkirina etnîk daye ber xwe û qanûnên navnetewî binpê kiriye.''

TJK-E'yê bi berdewamî got, ''Li dijî vê rastiya qirkirin û dagirkeriyê ku li ber çavê cîhanê dibe bi lezginî divê saziyên navnetewî tevbigerin. Li ser vê mijarê divê hemû mirovahî li dijî qirkirina jinan dengê xwe rakin.''

TJK-E'yê kampanyaya ''Ji Dîktator Were Darizandin 100 Sedem'' bi bîr xist, diyar kir yek ji mijara sereke ya kampanyayê qirkirina jinan a li Efrînê ye û got, yek ji sûcê herî mezin ê dîktator Erdogan qirkirina jinan a li Efrînê ye.

 TJK-E'yê got, ''Erdogan divê demildest li dadgehên navnetewî were darizandin. Neteweyên Yekbûyî ji bo jenosîda li Efrînê demildest divê tevbigere. Konseya Ewropayê divê ambargoyê li ser dewleta Tirk deyne. Em dibêjin divê qirkirina jinan li qada navnetewî weke sûc were dîtin.''

Bi berdewamî hate gotin, ''Em ê bibin dengê jinên Efrînî. Ji ber vê 20'ê Sibatê e em ê li qadan bin. Ji bo Efrînê em jin, Kurdistanî, rêxistinên jinan, Pêkhateyên Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê, partî û saziyên Kurd em ê li hemû cîhanê li qadan bin.''

TJK-E'ê bang kir ku sibe her kes tevlî meş û mîtîngên bi dirûşmeya ''Ji dagirkeriyê re na, ji qirkirina jinan re na'' bibe.

(cx)