MSD: Daxuyaniya Astana rastiyan berovaj dike

MSD'ê daxuyaniya aliyên Astana ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de şermezar kir wekî binpêkirineke li dijî sûriyan û berovajîkirina rastiyan bi nav kir. Her wiha got armanc ji vê yekê belavkirina çanda nefretê  di navbera sûriyan de ye û hiştina rejîmê li ser desthiltadariyê ye.

MSD: Daxuyaniya Astana rastiyan berovaj dike
18 sibat, 2021   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

 Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bersiva daxuyaniyên aliyên Astana yên derbarê rastiya rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola Rêveberiya Xweser de da.

Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:

"Meclisa Sûriya Demokratîk daxuyaniya koma Astana ya ku di 17'ê Sibata 2021'an de derketibû şopand. Di daxuyaniyê de dewletên garantor ên Astana Îran, Tirkiye û Rûsya helwestên xwe rave kirin ku ji rastiya Bakur û Rojhilata Sûriyê, rola Rêveberiya Xweser a parastina jiyana sûriyan û peydakirina ewlehî û aramiyê, têkoşîna li dijî terorîst û yekitiya xaka Sûriyê dûr e. Daxuyaniyên wan ne li gorî hêviyên rewa yên gelê Sûriyê ye.

Meclisa Sûriya Demokratîk navaroka daxuyaniya Astana ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şermezar dike û wekî binpêkirineke li dijî sûriyan û reşkirin û berovajîkirina rastiyan dibîne. Armanc ji vê yekê belavkirina nakokî, çanda nefret û dijminahî di navbera sûriyan de ye. Her wiha ji bo hiştina rejîma desthilatdar li ser hikum e û pêkanîna ajnîdeyên taybet ên alîgiran wan û dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Li ser vî esasî, Meclisa Sûriya Demokratîk ( MSD) careke din teqezî bi yekitî û parastina xaka Sûriyê  dike û her hewldaneke vegerandina berhemên rejîma destpotî red dike. MSD careke din girêdana xwe bi veguherîna siyasî ya ber bi sîstemek demokratîk a nenavendî, pirrengî ve dûbare dike û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê mîsoger dike."

ANHA