​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2021
18 sibat, 2021   05:57

-Şêniyên kantona Kobanê têkoşer Soman Dadilî bi merasîmekê li gundê wî saet di 10:00’an de bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîr Laleş Îsmaîl Heybet bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku ruxsetê bide Ronahî TV da ku karibe xebata xwe li başûr bike, ji ber ew nûnertiya rastiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Girtiyekî berê di girtîgehên dewleta Tirk de got: "“Rêzefîlmên girtinê li Tirkiyê û Bakur Kurdistanê bi bin hincetên cuda, didomin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Efrînê got êrişên dewleta Tirk li ser Şehbayê piştî lihevkirinên aborî û siyasî yên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de, pêk hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Pisporê kar û barên Tirkiyê Dr.Mihemed Nûredîn got, dewleta Tirk ji êrişa li dijî çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê armanc dike ku kembereke ewlehiyê di kûrahiya xaka Iraqê de ava bike û fişarê li kurdan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevan Nîhat Kaya êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Garê nirxandin û got "Pirsgirêka leşkerên dîl, ji bo hikumeta AKP'ê sergêjiyek bû. AKP'ê li gorî xwe dawî li pirsgirêkê anî. Hesabê AKP'ê ew bû ku girtiyan bîne û bike propagandaya hilbijartinê. Di vî warî de bi ser neket, hevsengî çep zivirîn." (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Tevgerên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li Sûriye, Iraq û herêmê bi giştî piştrast dikin ev dewlet û serkêşên wê di axaftina xwe ya vegerandina serdema Osmanî li herêmê de bi pêkanîna Mîsaqî Millî ya bi rêya “Osmaniyên nû”, cidî ne. Mîsaqî Millî çi ye, AKP`ê çawa rewşa herêmê ji bo destpêkirina pêkanîna wê mîsaqê bi kar anî? (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Sînaryoya ku Erdogan û rayedarên dewleta xwe nivîsandine armanca wê ew e ku binketina li Garê veşêrin û civaka navneteweyî li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê provokator bikin, lê ger ku di îdîayên xwe de rastgo bin, bila isbatan bînin an rê bidin ku ji aliyê NY`yê ve komîteyeke şopandinê were avakirin. (BI WÊNE)

JIYAN Û CIVAK

- Navenda Jiyan a COVID-19 dest bi pêşwaziya nexweşên bi vîrusa Koronayê ketine, kir da ku werin dermankirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sadiq Mihemed destnîşan kir ku Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna jî mazotê li cotkarên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike û ji ber kêmbûna barîna baranê parên wan zêde kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA