Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê

Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Mişel li goristana şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê
Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mihemed El-Mişel spartin axê
16 sibat, 2021   15:22
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li goristana şehîd Delîl Saroxan kom bûn û cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Mişel li goristana şehîd Delîl Saroxan veşartin. Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed El-Mişel dema li ser karê xwe bû di 13`ê Sibatê de di encamê qezayekê de şehîd bû.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Lezgîn Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Lezgîn Elî destnîşan kir ku Hêzên Parastina Gel(HPG) li herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker serkeftin pêk anî û bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan gelê wan gelek serkeftin bi dest xistine. Yek ji van serkeftinan a li çiyayê Garê ye.

Lezgîn Elî di dawiya axaftina xwe de bi navê Malbatên Şehîdan soza şopandina rêya şehîdan û rêber Abdullah Ocalan da û got,  heta misogerkirina azadî û demokratiya hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê têbikoşin.

Dûvre Hevserokê Desteya Oldarên Musilman a Herêma Cizîrê Mihemed Mele Xerzî axivî û got, gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker yekitiya xwe çêkir û banga xurtkirina têkoşînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatên kirin. Şehîd di nava sloganên "Şehîd namirin" li goristana şehîd Delîl Saroxan hate veşartin.

(eh)

ANHA