Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarokê Hecînê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, xwendekarên serkeftî xelat kirin. Li aliyekî din mamosteyên bajarokê Şefayê însiyatîfek ji bo çandina daran di dibistanan de dan destpêkirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hecînê xwendekarên serkeftî xelat kirin
16 sibat, 2021   14:00
DÊRAZOR

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Bajarokê Hecînê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi Koordîneya Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya girêdayî meclisê, xwendekarên serkeftî yên dibistanên bajarokê xelat kirin.

Komîteya Jinan, Komîteya Tenduristiyê û hevserokatiya Meclisa bajarokê Hecînê tev li gera Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li ser dibistanan a ji bo xelatkirina xwendekaran bûn.

Werza yekemîn a sala xwendinê ya 2020-2021`an di Çileyê de bi dawî bû.

Nûçegihanên ajansa me şahiya xelatkirina 30 xwendekarên dibistana Meyselûn a seretayî li Hecînê şopand.

Xwendekarekê rave kir ku ew bi vê xelatkirinê kêfxweş e û hêviya serkeftinê ji hemû hevalên xwe re xwest.

Li aliyekî din mamosteyên bajarokê Şefayê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê însiyatîfek ji bo çandina darên xemilandinê di dibistanên bajarokê de dan destpêkirin.

Mamsoteyan di vê çarçoveyê de, îro dar li qada dibistana amadehî ya kevin a bajarokê çandin.

(şx)

ANHA