Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê berxwedana Helebê bi bîr anî û piştrast kir ku êrişên li dijî Şêxmeqsûd bi armanca têkbirina berxwedana gel û destkeftiyên wî bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd bi bîr anîn
16 sibat, 2021   13:28
 HELEB

Meclisê bi daxuyaniyekê sehîdên berxwedana Şêxmeqsûd ên ku li dijî hêzên faşîst şehîd ketin, bi bîr anîn.

16`ê Sibatê salvegera 5`an a êrişên çeteyên dewleta Tirk a li dijî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ye.

Bi vê boneyê Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. Endamên rêveber ên meclisê Rûşîn Musa û Zekiye Mistefa daxuyanî li qada Şehîdan a li beşa rojavayê taxê xwend. Bi dehan şêniyên taxê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de meclisê got: “Zêdetirî 24 komên çeteyan bi desteka yekser a dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya cureyên çekan û heta yên kîmyawî êrişî taxa Şêxmeqsûd a ewle kirin.”

Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrişa li ser Şêxmeqsûd hemwextî serkeftinên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta herêmên Şehbayê bi dest dixistin, pêk hatin. Her wiha meclisê diyar kir ku hêzên li dijî şoreşa 19`ê Tîrmehê di serî de dewleta Tirk a dagirker ev êriş ji bo têkbirina berxwedana gelên herêmê û destekftiyên wan plan kirin.

Meclisê di dauxyaniya xwe de serkeftina dîrokî ya li Garê li hemberî dewleta Tirk a êrişker pîroz kir û got: “Ev serkeftin berhema berxwedanên li her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdên azadiyê heta pêkanîna armancên wan ji bo avakirina welatekî azad, demokratîk û pirrengî da.

(şx)

ANHA