Kurdên li Lubnanê li pêşiya avahiya NY'yê kompoya 15'ê Sibatê şermezar kir

Kurdên li Lubnanê dimînin, Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li pêşiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî şeremzar kir.

Kurdên li Lubnanê li pêşiya avahiya NY'yê kompoya 15'ê Sibatê şermezar kir
15 sibat, 2021   18:14
BEYRÛT

Bi sedan kurdên li Lubnanê dimînin, bi posterên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Ji komploya navneteweyî re ya ku di şexsê rêbertî de vîna gelê me hedef girt na", li pêşiya Komîseriya NY'yê ya li Beyrûtê kom bûn û komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. Endamên PYD, Kongreya Star, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Ebduselam Ehmed axivî û got: "Îro rojeke reş ji bo gelên bindest e, mîna vê rojê rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin."

Nûnerê Ermenên Cîhanê li Lubnanê Hamo Moskiviyan jî diyar kir ku gelê Ermen li pêşiya sefaretxaneyên dewletên ku beşdarî komployê bûne çalakî li dar xistin û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: " Em gelên ermenî, ji ber ku em li dijî dewleta hov di heman têkoşînê de ne, dilsozê gelê Kurd in."

Seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî Henan Osman jî got: "Em îro li pêşiya Komîseya Neteweyên Yekbûyî ya Lubnanê kom bûne da ku careke din dengê xwe li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî rêberê neteweyî Abdullah Ocalan bilind bikin."

Seroka Komeleya Jîn a Jinan jî diyar kir ku êrişên li ser Garê berdewama komploya li dijî rêbertî ye, lê hêzên gerîla bersiva wan êrişan da.

Endama Kongreya Star Semîra Bekir komplo şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne û rêbertî azad bike.

Çalakî bi diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yO-Ntw2sdCg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>