Li Tebqa çalakiya girava birçîbûnê bi diruşma

Komîteya Azadiya Rêberî li dijî komploya navneteweyî û bi diruşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin", çalakiya konê greva birçîbûnê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar xist.

Li Tebqa çalakiya girava birçîbûnê bi diruşma
15 sibat, 2021   17:21
TEBQA

Çalakiya konvedanê ya greva birçîbûnê rojekê dewam kir. Bi sedan şêniyên Tebqa, saziyên sivîl û leşkerî, meclisên sivîl, rûspî û şêxên eşîran berê xwe da konê çalakiyê.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, hevserokê Komîteya Aborî Mihemed Diyaedîn axivî û komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ji me tê xwestin wek gel, pêkhate, rêveberî û sazî di vê salvegerê de ku em rêça têkoşîn û xebata parastina destkeftiyan berdewam bikin. Ev destkeftî berhemên fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha ji me tê xwestin fikirên rêbertî yên azad bikin bingeha her xebat û guhartineke pêşerojê ya di siyasetên derve û hundir de."

Diyaedîn bang li civaka navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo azadiya rêberê neteweya demokratîk û pêşengê biratiya gelan bixebitin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

Li aliyekî din jî endamê Komîteya Azadiya Rêbertî Musena Abdulkerîm bang li gelên herêmên kir ku ji bo azadiya rêbertî asta têkoşînê bilind bikin, her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin û erka xwe bi cih bînin, sûcên dewleta Tirk bi dawî bikin û rêbertî azad bikin.

Dûvre endamê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê helbestvan Yasir Ebû Telha helbesta xwe ya bi sernavê "Şems û Qemer" ya li ser rêber Ocalan xwend û tê de rêbertî wesifand.

Çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/05Hgs0Yp6gc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>