​​​​​​​Jinên ciwan ên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  yên li dijî jinan şermezar kirin û soza şopandina xeta têkoşeran da.

​​​​​​​Jinên ciwan ên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
15 sibat, 2021   15:16
DÊRAZORÊ

Daxuyanî li navçeya El-Kesra ji aliyê Mûr El-Mihemed ve hate xwendin û got: "Em jinên Reqayê kiryarên derexlaqî yên ji revandin û destdirêj ku dewleta Tirk  û çeteyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li dijî jinan pêk tînin şeremzar dikin.

Ji vir, em dibêjin ku em ê şopdarên xeta têkoşeran e û heta bidestxistina azadiyê û rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan em ê li ber xwe bidin."

Daxuyanî bi berzkirina sloganên"Na ji dagirkeriyê re û azadî ji rêber Ocalan re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QKpE75zaOSw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>