Di topbarana Îsraîlê de 6 kesên biyanî hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana Îsraîlê ya li derdora Şamê de 6 kesên biyanî hatin kuştin.

Di topbarana Îsraîlê de 6 kesên biyanî hatin kuştin
15 sibat, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şevê din Îsraîlê bi moşekan navendên Firqeya 4`an ên li çiyayên derdora Şam û Beyrûtê ku bi navê "Rêya Beyrûtê ya Kevn" tê naskirin û li wê derê baregehên çek û moşekan ên Îranê hene, kirin hedef.

Her wiha Îsraîlê Firqeya 1’emîn a girêdayî hêzên hikumeta Şamê li herêma El-Kiswa û baregehên din li rojava û başûrê rojavayê Şamê kirin hedef.

Topbaranê nêzî nîv saetê dewam kir. Hêzên parastinê yên hêzên hikumeta Şamê bersiva hin moşekan da, lê hin ji wan jî gihaştin armancên xwe û di encama wê de zirar di baregehên moşek û çekan ên li herêmên navborî de çêbûn.

Her wiha di encama topbaranê de 6 kesên biyanî hatin kuştin, ji wan 4 kes di topbarana li ser baregehên li ser Rêya Beyrûtê ya Kevn û 2 kes jî di topbarana li ser Firqeya 1’emîn û derdora wê de, hatine kuştin.

 (bx)