Şervanên YPJ-YPG: Em ê bi rihê berxwedanê têbikoşin û rêber Apo azad bikin

Şervanên YPG`ê û YPJ`ê tekez kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji ber berxwedana gel û berbelavbûna felsefeya rêber Abdullah Ocalan, encamên xwe pêk neanî û got dê heta azadiya rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Şervanên YPJ-YPG: Em ê bi rihê berxwedanê têbikoşin û rêber Apo azad bikin
15 sibat, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bi hatina salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re, şervanên YPJ-YPG`ê soza têkoşînê heta bidawîkirina komployê nû kir.

Şervana bi navê Delîla Şor wiha got: "Em wek YPJ dê têkoşîna xwe bi fikrên rêber Abdullah Ocalan li dijî komplo û hêzên komploger dewam bikin. Hêzên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran dimeşînin û komplo, tecrîd û sîstema Îmraliyê ne tenê li dijî Rêbertî ye, lê belê li dijî hemû jinên Kurd, Kurdistan û tevahî cîhanê ye."

Delîla Şor diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de li ber xwe dide û dê her tiştî ji bo azadiya wî ya fizîkî bikin.

Şervanê bi navê Serhed Amara destnîşan kir ku têkiliya rêber Abdullah Ocalan û gel kûr e û wiha domand: "Tu kesî xwe ji bo kesî neşewitandiye. Lê gel xwe ji bo rêber Abdullah Ocalan şewitand. Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin. Bedena rêber Abdullah Ocalan girtî ye lê belê fikrên wî azad in, li tevahî cîhanê belav bûne û şoreşa Rojava mînaka vê yekê ye."

Serhed Amara îşaret bi berdewama komployê kir û got dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê ye.

Her wiha Arîn Cûdî jî ev tişt anî ziman: "Armanca Komploya Navneteweyî tunekirina gelê Kurd e û Rêbertî û gel ji hev qut bikin. Tevî hemû komployan jî gel ji bo azadiya Rêbertî li ber xwe dide."

Cûdî Rustem jî piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan fikrên dijberî siyasetên dewletên desthilatdar pêşkêş kirin, ji ber wê jî hêzên komploger dît ku rêber Ocalana ne li gorî planên wan dimeşe, bi taybet mijara girêdayî azadiya jinan, ji ber wê jî ew dîl girtin û wiha domand: "Dema jinan got ‘bê Serok jiyan nabe’ wê demê hêzên komploger nas kir ku sûd ji komploya wan tune ye."

Cûdî Rustem wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan di qonaxekê de ku gelê Kurdistanê bindest bû, derket. Dewletan ev yek qebûl nekir û ji ber wê ew dîl girt û armanca wan koletiya gelê Kurd e û em vê komployê qebûl nakin."

Her wiha Mezlûm Dijwar jî tekez kir ku gel komployê qebûl nake û piştrast kir ku ew ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan amade ne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8up4n411B9w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>