`Em ê xwedî li berxwedana lehengane ya zindanan derkevin`

Xwişka girtiyekî siyasî yê di girtîgeha dewleta Tirk de ye, pêngava greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane dest pê kirin silav kir û got: "Em ê piştgiriya berxwedana girtiyan bikin ta bpiştgiriya xwe nîşan da.

`Em ê xwedî li berxwedana lehengane ya zindanan derkevin`
15 sibat, 2021   07:04
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Di salvegera 42`yemîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê de û di 27`ê Mijdara derbasbûyî de, girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 80 roj li pey xwe hişt.

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo ji gundê Girê Reş ê herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo ye û xwişka girtiyê siyasî Silêman Hemdo ye. Silêman beriya 25 salan hate girtin, ji ber ku ajanekî dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ye cihê wî got û di encamê de muebet lê hate birîn.

Nesrîn Ebdulezîz Hemdo got, berxwedana ku girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de didin meşandin, ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û  ji bo doza gelê Kurd e û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev berxwedaneke bê hempa ye û malbatên girtiyan piştgiriyê didin berxwedana zarokên xwe û têkoşîna wan berdewam dikin."

Nesrîn destnîşan kir ku navê berxwedana ku girtî didin meşandin dikin; berxwedaneke qehremanî ye,  ji ber di girtîgehê de ji mafên xwe bê par in û wiha pê de çû:"Dema ez bi birayê xwe re diaxivîm ez bawer im ku desthilata Tirk li axaftina me guhdarî dikir û dema ku gotineke bi tenê li dijî dewleta Tirk dihat gotin yekser ceza dibirî, serdan qedexe dikir û heta demekê jî peywendiya bi girtiyan re qut dikir."

Nesrîn da zanîn ku ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ji birayê xwe qut bûne û rêya hin parêzerên li Bakurê Kurdistanê  hate zanîn ku ew di girtîgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê de ye.

Nesrîn Hemdo di dawiyê de pêngava greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî silav kir û piştgiriya xwe nîşan da.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2EhLulCTzKQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>