Xwesteka rêber Abdullah Ocalan pêk hat… Paradîgma li her derê belav dibe

Zelal Ceger têkildarî Komploya Navneteweyî ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de pêk hat, destnîşan kir ku bi belavkirina paradîgmaya rêber Ocalan re ev komplo têk çû û got “Xwedîderketina civaka navneteweyî li rêber Apo hişmendiyekê dide çêkirin. Divê çalaki xûrttir bin da ku em rêberê xwe di demeke nêz de di nava xwe de bibînin.”

Xwesteka rêber Abdullah Ocalan pêk hat… Paradîgma li her derê belav dibe
15 sibat, 2021   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di 9’ê Cotmehê 1998`an de di şexsê rêber Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd Komploya Navneteweyî bi derketina rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê re dest pê kir. Rêber Abdullah Ocalan derketina ji Sûriyê bi operasyona NATO-Gladîo re têkildar dinirxîne. Komploya Navneteweyî ya 15 Sibatê sala 1999`an bi revandina rêber Abdullah Ocalan ji Balyozxaneya Kenyayê ya Yewnanistanê û teslîmkirina ji dewleta Tirk a dagirker re beşa xwe ya yekem temam kir. Di demên pêş de rêber Abdullah Ocalan têkildarî komploya ku bi dehan dewletan tê de cih girt, destnîşan kir  ku di operasyona li ser şexsê wî de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dan destpêkirin.

Vê pêvajoya Komploya Navneteweyî rêber Abdullah Ocalan di pirtûka Komploya Navneteweyî- Parastina Atînayê de wiha pênase dike:

“Bizmarê destpêkê li Moskovê hat lêdan; bi serma xiyanetê hesiyam. Bizmarê duyemîn li Romayê hat lêdan; li pêşberî dek û dolabên zirav ên kapîtalîzmê min dest ji rûmeta xwe berneda. Bizmarê sêyemîn li Atînayê hat lêdan; li pêşberî xiyaneteke dostaniyê ku berê qet nehatiye dîtin, lal bûm, tevizîm! Bizmarê çaremîn li Naîrobiyê hat lêdan; radestî Tirkiyê hatim kirin ku bi cezayê îdamê li min digeriya. Di encama 'komploya çarmix' de li girtîgeha giravê ya yekkesî ya Îmraliyê ya li Deryaya Marmarayê -Goristana Hades - hatim bicihkirin û di nava çar mixan de li benda mirinê (darvekirinê) hatim hiştin. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyê me, ez mehkûmê Komploya Navneteweyî me.”

PLAN HAT PÛÇKIRIN

Gelek plan li ser rêber Abdullah Ocalan û hilweşandina Tevgera Azadiyê di Komploya Navneteweyî de hatibûn danîn. Bi taybet hêzên hegemon bi armanca ji nû ve guhertina Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe di Komploya Navneteweyî de cih girt. Lê tişta ku nefikirîbûn têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û gel bû. Bi Komploya Navneteweyî re di çarçoveya çalakiyên `Hûn nikarin roja me tarî bikin` de bi sedan kesî bedana xwe da ber agir ku gihîşt astekê êdî rêber Abdullah Ocalan mudaxele li van çalakiyan kir. Heya roja me ya îro jî li hemberî tecrîta girankirî û Komploya Navneteweyî çalakiyên gelê Kurdistanê û dostên wan berdewam dikin.

Der barê Komploya Navneteweyî de ku 22 sal li dû xwe hiştin, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger ji ANHA’ye rê axivî.

`HEDEF TASFIYEKIRIN BÛ`

Zelal Ceger anî ziman ku Komploya Navneteweyî bi armanca tasfiyekirina tevgera azadiyê hat esasgirtin û got: “Sîstema desthilatdar a kapîtalîzmê ji bo ku xwe bi taybet li Rojhilata Navîn zindî bike û mayînde bike û bi rêya Rojhilata Navîn krîzên xwe derbas bike, xebateke wisa da meşandin.

Piştî ku sosyalîzma reel anku Yekitiya Sovyetê hilweşiya, ji salên 1990`î û bi şûn de, êdî rêber Apo ji nû ve sîstema tevgera azadiyê di ber çavan re derbas kir û li hemberî sîstema dewletê sîstema demokratîk ku îro em jê re dibêjin neteweya demokratîk, da meşandin. Di heman demê de xebatên li dijî desthilatê, sîstema xwebirêvebirinê, xweîdarekirinê û sîstema civakbûnê da meşandin. Li dijî parçebûnê civakbûn, li dijî nîjadperestiyê biratiya gelan da avakirin. Li djiî artêşbûna ku dewlet xwe li ser wê didin jiyandin û qetlîam, ferman û talankirinê li ser welatan didin çêkirin, xweparastin da meşandin. Dema ku sîstemên desthilatdar dît kul i Kurdistanê tevgereke azadiyê heye û ev tevger marjînal nebû, tesfiye nebû, berevajî wê xwe zindî kir, êdî li ser wê yekê komployê dest pê kir.”

ÇIMA EW QAS DEWLETAN DI KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ DE CIH GIRT?

Zelal da xuyakirin ku komploya dewleta Tirk di salên 1980`yî de dest pê kir ku bi ser neket û got: “Sala 1996`an de bi taybet li paytexta Sûriyê Şamê, bi amadekirina erebeyeke bombebarkirî xwestin rêber Apo li wir tasfiye bikin. Ew jî nikarîbûn bi ser bixin. Herî dawî careke din bi dewleta Tirk re di nava hewldanekê de van dewletên ku di komployê de cih girt ku wê êrişeke dijwar li ser Sûriyê bidin çêkirin û wê axa Sûriyê dagir bikin. Bi derketina rêber Apo ji Sûriyê re, ji ber ku Komploya Navneteweyî bû, gelek dewletên hevkarên vê komployê derketin pêş. Wekî Rûsya, Yewnanistan, Amerîka, welatên Ewropayê, Brîtanya û Îsraîl. Dema ku mirov difikire çima ew qas dewletan cihê xwe di komployê de girt û çima mafê penaberiya siyasî nedan rêber Apo, helbet mirov careke din li fikir û felsefeya rêber Apo vedigere. Ji ber ku berjewendiyên dewletan tune bû ku rêber Apo di nava xwe de xwedî bikin. Ji ber ku wan ev yek baş dizanî; eger rêber Apo di nava xwe de bihêlin dê li Ewropayê ronesanseke nû dest pê bike. Ji bo wê rêber Apo li ser xwe xeternak dîtin. Ne ji bo şexsê rêber Apo, lê belê wek fikir û paradîgma xeternak hate dîtin.”

TÊKBIRINA KOMPLOYÊ

Zelal dîyar kir ku Komploya 15`ê Sibatê wekî ku wan dewletan dixwest negihîşt armanca xwe û got: “Gelê welatparêz ku li dor fikira rêber Apo kom bûbû, ji bo rêber Apo xwe kir mertalê zindî û di heman demê de têkoşîna ku rêber Apo li Îmraliyê da meşandin, komplo têk bir. Rêber Apo li Îmraliyê 5 cilt pirtûk çêkirin û parêznameyên xwe derxistin. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd e, ev ji bo tevahî cîhanê ye. Ji ber ku alternatîfa sîstema desthilatdar a dewletê ya kapîtalîst îro neteweya demokratîk e. Ji bo wê em dibêjin têkoşîna rêber Apo, gelê Kurd, dostên tevgera azadiyê û fikirê rêber Apo, komplo têk bir.”

`JIN LI DOR FIKRA RÊBERTÎ KOM BÛNE`

Der barê bandora Komploya Navneteweyî ya li civakan de, bi taybet li ser jinan, Zelal got: “Gel dixwaze Rêberê xwe di nava xwe de bibîne. Ev bandoreke mezin çêdike. Di heman demê de li ser me jî wekî jin, bandora xwe çêbû ku îrade û nasnameya xwe me di şexs û felsefeya rêber Apo de dît. Em wek şexs li rêber Apo nanêrin, lê wek fîlozof û paradîgmeyeke nû ya ji bo jiyana azad em rêber Apo dibînin.  Ji bo wê yekê ji me re gelek giran bû û heta vê kêliyê jî giran e. Wekî jin ji bo azadiya rêber Apo çi tê xwestin em dikin û em li ser pêyan in. Em kêm mane û wekî tê xwestin me têrê nekiriye. Danasîna zindîbûna felsefeya rêber Apo bi her kesî, ne tenê ji bo jinên Kurd, yên Ereb, Suryan, Asûrî, Keldan û hemû pêkhateyên ku li vir dijîn, hişt ku li dora fikira rêber Apo kom bibin. Ev serkeftina felsefeyê ye û wê ev bihêle rêber Apo rojekê zûtir ji zindanê derkeve. Ji ber ku li derdora wî mirovên ku felsefeya wî zindî dikin, hene. Destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê jinan de bi saya paradîgmaya rêber Apo pêk hat ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû şoreşa jinan.”

‘XWEDÎDERKETINA CIVAKA NAVNETEWEYÎ YA LI RÊBER APO HIŞMENDEYEKÊ ÇÊDIKE’

Zelal Ceger bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û îşaret pê kir ku bêyî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan wê jiyan ji wan re tune be û got: “Em azadiya Serokatî wek azadiya xwe dibînin û dîlgirtina Serokatî jî dîlgirtina xwe dibînin. Hemleyên ku hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hem li Kurdistan û Ewropayê, li Qefqasya û li Amerîkaya Latîn û li gelek welatan dest pê kiriye, helwestên navneteweyî li dijî komployê diyar dikin. Îro civaka navneteweyî li hemberî komployê  bertekan nîşan dide. Ev çalakî tên wateya ku felsefeya rêber Apo êdî tê naskirin û xwedîderketineke navneteweyî derdikeve holê. Ev çalakî dê bihelê ku CPT, Dadgeha Ewrapayê bi erkên xwe rabin ku desthilatdar li gorî qanûnên xwe nêzîk dibin. Xwedîderketina civaka navneteweyî li rêber Apo hişmendiyê dide çêkirin.”

‘ÊRIŞ LI SER TUNEKIRINA PARADÎGMAYÊ YE’

Zelal wiha pê de çû: “Dema ku dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, me dît çawa gelên cîhanê xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin, xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketin. Ew xwedîderketin ne ji valahiyê bû. Berê jî em dihatin perçiqandin, ji qatîlaman re derbas dibûn û kes xwedî li me dernediket, lê belê bi saya fikirên rêber Apo ku gelên cîhanê fikir û felsefeya wî nas kir û dît ku li vir ew felsefe û sîstema demokratîk bi pêş dikeve, xwedî lê derketin. Dewleta Tirk bi rêya dagikirina xwe dixwaze vê sîstemê hilweşîne. Gelên cîhanê xwedî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin, dewletên komploger destekê didin dewleta Tirk ku Rojava anku Bakur û Rojhialtê Sûriyê dagir bike. Ev paradoksek e. Tê wateya ku di sedsala 21`an de ku rêber Apo dibêje ew sedsala azadiya civakê û azadiya jinan e, bi nêrîna min ev azadî nêzîk dibe. Ji ber ku tu hebûna civakê bi kombûnekê didî çêkirin.”

‘XWESTEKA REBERTÎ PÊK HAT’

Zelal destnîşan kir ku doza gelê Kurd bûye dozeke cîhanî û diyar kir ku li kelêka vê Komploya Navneteweyî jî bi dek û dolabên xwe berdewam dike û got: “Tecrîda giran a îro li ser rêber Apo tê meşandin, yek ji lîstokên hêzên komploger e. Armanc ev e; perspektîfên Rêbertî yên ji bo aştî û wekheviyê negihêjin gelê wî. Hemû jî dizanin, sala derbasbûyî piştî têkoşîn û berxwedana Leyla Guven hevdîtin bi rêber Apo re çêbûn. Ji bo ku êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çênebin, rêber Apo wiha dibêje; `Hefteyekê bidin min ji bo ku em hevdîtinan bikin û bikarin aştiyeke mayînde di navbera gelê Sûriyê û gelê Tirkiyê de çêkin.’ Lê belê me dît komplogeran çi kir, tecrîda li ser Rêbertî girantir kir. Naxwazin dengê rêber Apo bigihêje gel ku tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin.”

‘DIVÊ ÇALAKIYÊN ME XURTTIR BIN DA KU RÊBERÊ XWE DI NAVA XWE DE BIBÎNIN’

Li ser armanca azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan Zelal Ceger bang kir ku divê hemû sendîka, akademîsyen û civaka cîhanê li ser pêyan bin û got: “Îro me li dijî DAIŞ’ê li şûna hemû cîhanê têkoşîn kir. Ev jî bi saya paradîgmaya rêber Apo pêk hat. Heke îro li vî welatî hevgirtinek hatiye çêkirin û em vê hevgirtinê esas digirin, bi fikra rêber Apo pêk hat. Ji ber wê jî çalakiyên me heya ku rêber Apo fîzîkî azad bibe, dê berdewam bikin. Nemaze hamleyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi slogana `Dem dema azadiyê û parastina deskeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye` zêdetir lê xwedî derkevin da ku di demeke nêz de rêberê xwe di nava xwe de bibînin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1Bs4EH5nQ_A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>