''Jinwar'' berhema fikirê rêber Abdullah Ocalan e

Jinwar anku gundê jinan, jinên ji hemû cîhanê hembêz dike. Jinên ku li gund dimînin dibêjin, ew li gund jiyaneke ewle û tendurist dijîn û avakirina gund berhemê fikirê rêber Abdullah Ocalan e.

''Jinwar'' berhema fikirê rêber Abdullah Ocalan e
15 sibat, 2021   05:46
HESEKÊ-SILAVA EBDULREHMAN

Rêber Abdullah Ocalan bi gotina "Azadiya jinan azadiya civakê ye" asoyên nû li pêşiya jinan vekir da ku li hemberî mecên zehmet û koletiya ku pergelên desthilatdar li ser wan ferz kirine, li ber xwe bidin û tê bikoşin.

Di şoreaş Bakur û Rojhilatê Sûriyê de paradîgmeya civaka demokratîk û ekolojîk û azadiya jinan ku rêber Abdullah Ocalan bangî wê dike, êdî di paratîkê de pêk tê. Ev yek di avakirina artêşeke taybet bi jinan (YPJ) ya ku DAŞ'ê têk bir de eşkere dibe.

Bi vê re, jinan gelek destkeftî bi dest xistin. Ya herî girîng, avakirina gundê jinan bi navê "Jinwar" e ku yek ji pêşniyarên rêber Abdullah Ocalan e.

Rêber Abdullah Ocalan girîngî da doza jinan û hewl da ku jinan ji hemû qeyd û bendan rizgar bikin, ji lew ra bi hezaran jin fikirê wî ji xwe bingeh girt.

Jinwar li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê ye, li wir jin xwe bi rê ve dibin û di nava civakeke bi ewle de aboriyeke xwe çêdikin.

Di Adara 2017`an esasê vî gundi hate danîn û bi awayekî fermî di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku di 25`ê Mijdara 2018`an de hate vekirin.

Li gund 52 avahî hene, ji wan 30 mal in, navendeke tenduristiyê lê hatiye avakirin ku nexweşan bi gihayên xwezayî derman dikin.

Her wiha dibistana seretayî, muzîxaneyeke biçûk, dikeya şanoyan, firin, mezreyeke ji bo çandina zebzeyan, xwaringehek ji bo mêvanan û odeyeke ji bo jinan, kargehek ji bo terzîtiyê lê hene û pez lê tên xwedîkirin ku sûdê ji şîr û goştê wê bigirin.

Derdora 30 jin û zarokên xwe li vê gundî dijîn û di nav meclisa gund de xwe bi rêxistin kirine. Jin û zarok girîngiyeke mezin didin warê pewerde û fêrkirinê.

Di vê der barê de ajansa me li gund geriya û hevdîtin bi çavdêr û kesên lê dimînin re çêkir.

ꞌGUNDEKÎ NIMÛNEYÎ YEꞌ

Çavdêra gund Rûmet Heval axivî û got:"Em wekî jin deyndarên rêber Abdullah Ocalan in ku me ji tehlûkeyê rizgar kir, asoyên nû li pêşiya me vekirin, da ku em hebûneke xwe çêkin û bi azadî bijîn."

Rûmet Heval axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li ser pêşniyara rêbertî ev gund hate avakirin ku li ser asta Sûriyê û Rojhilatê Navîn tecrûbeyeke nû ye û  bêyî cûdabûna netewe, ol û mezheban ji bo hemû jinan e."

Rûmet Heval destnîşan kir ku armanca avakirina vî gundî ew e jin xwe bi rê ve bibin, aborî û civakeke tendurist ava bikin, dîrokê nas bikin, hevaltî û hezkirina jinan raber bikin, cûdekariyê ji holê rakin û bi awayekî komîlan ji bo pêşxistina gund kar bikin û karînên xwe isbat bike.

ꞌJINWAR CIHÊ JIYANA AZAD Eꞌ

Rûmet Heval di nava axaftina xwe de berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir û wiha pêde çû:"Tevî ku tecrîd tundtir bûye û desthilata Tirk a faşîst hemû maf bin pê kirine ku dixwaze fikir û doza wî têk bibe, lê dîsa jî ev 22 sal in ku li ber xwe dide û tevaya komployên li dijî xwe têk birin."

Rûmet Heval ku jî li gund dimîne diyar kir ku Jinwar nuqteyek ji deryaya fikirê rêber Abdullah Ocalan e, lê ji jiyana azad a jin û zarokan re bû mînak.

Rûmet ev yek li gotina xwe zêde kir:"Her jinek ku derbasî gund bû xwe nas kir, kesayeta xwe serbixwe ava kir, dixwaze xewnên xwe yên ku beriya niha nikarîbû pêk bîne, qezenc bike û zarokên xwe jî li ser fikirê azad xwedî bikin."

Rûmet Heval wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Jinên li gund li ser bingeha jiyana komînal dijîn, xwe pêş dixin û fikirên xwe bi hev re parve dikin, bi xwezayê re û bi derdorê re têkiliyan çêdikin, jiyaneke bi ewle û tendurist bi dest dixin û dîroka xwe jî nas dikin, bi rêya perwerdekirinê gund bûye çavkaniya naskirina van tiştan."

ꞌGUND WARÊ HEMÛ JINAN Eꞌ

Li Jinwar ne tenê jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, lê ji hemû cîhanê jin lê hene, mînak wê jî gelek jinên enternationalist lê hene, ji wan Têkoşîn Nûjiyan e.

Têkoşîn Nûjiyan a ji ajansa me re axivî, îşaret bi Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber  Abdullah Ocalan kir û wiha axaftina xwe dewam kir:"Ji beriya 22 salan ve birêz Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî re rû bi rû ma û ji wê demê ve di tecrîdê de ye, ev komplo ji aliyê gelek dewletên wekî Îsraîl, Amerîka û dewleta Tirk û hin dewletên din pêk hat."

Têkoşîn Nûjiyan eşkere kir ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye ji ber fikir û kesayeta wî ya cuda ye ku banga pirrengî, guhartin û avakirina jiyaneke hevbeş li ser bingeha demokratiyê û wekheviya di civakê de dike.

Têkoşîn destnîşan kir  ku rêber Abdullah Ocalan ne tenê banga azadiya jinên Kurd dike, lê belê banga azadiya hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê dike û ev jî bû sedem ku were girtin.

Têkoşîn Nûjiyan diyar kir ku Jinwar li ser bingeha fikirê rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, jin li gund kêfxweş in û aramî dijîn.

Têkoşîn her wiha got, ji dewletên cuda yên cîhanê gelek kesan serdana gund kirin da ku projeya ku birêz Abdullah Ocalan pêşkêşkiriye û kesên li gund dimînin û rewşa gund nas bikin.

'KÊF Û ŞAHIYAN PARVE DIKIN'

Têkoşîn Nûjiyan diyar kir ku jinên li Jinwar kêf û şahiyan bi hev re parve dikin, çîrok û nêrînên xwe bi hev re parve dikin, ev jî dihêle ku vîna wan xurtir bibe û hevgirtina wan bi hêztir bibe. Her wiha got: "Gotinên birêz Ocalan li Jinwar pêk tê, her tişt bûye rastî û ber bi çav e."

Têkoşîn Nûjiyan gotinên xwe wiha rêz kirin:"Di her kêliyeke ku jin li gund derbas dikin, çîrok û dîroka wan a hevbeş tê nivîsandin, ev jî ji bo têkoşîna li dijî komploya li ser Ocalan gaveke girîng e û ji cîhanê re dibe tecrûbeya hevgirtin û têkoşînê."

Di dawiyê de Têkoşîn Nûjiyan komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ew ê ji bo rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

ꞌAVAKIRINA GUND PÊWÎSTIYEKE BÛꞌ

Fatima Emîn avakereke gundê jinê ye ku li wir dimîne jî axivî û got:"Avakirina gundekî taybet bi jinan li Rojhilata Navîn girîngiyeke, ji ber ku rewşa herêmên Rojava hişt ku ev dever ji jinan re were avakirin û li ser vê bingehê ev proje hate vekirin."

Fatima wiha axaftina xwe dewam kir:"Gundê jinê projeyeke rêber Abdullah Ocalan e û her tim dixwest ku gundekî taybet bi jinan were avakirin. Piştî Şoreşa Rojava derfet çêbûn ku ev gund were avakirin. Piraniya kesên li Jinwarê dimînin hevser û zarokên şehîdan e."

Fatima destnîşan kir ku li ser asta Rojhilata Navîn ev gund tecrûbeya yekemîn e û ji bo her jineke ku xwe azad dibîne hate avakirin.

Têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan Fatima ev xalên li jêr rêz kirin:"Komploya li dijî rêberî, nayê wateya ku fikirê wî jî were dîl girtin, berovajî vê yekê rêbertî azad e. Rêbertî jî vê yekê piştrast dike, isbata vê yekê berxwedana ku girtî di girtîgehan de didin meşandin."

ꞌJIN XWEDIYA BIRYARA XWE YEꞌ

Fatima da zanîn ku di vê demê de karekî mezin ji jinan tê xwestin, divê çalakiyên şermezarkirina kiryarên li dijî rêber Abdullah Ocalan têne meşandin li dar bikevin û piştgiriya berxwedana grava birçîbûnê bikin. 

Fatima îşaret bi rola YPJ`ê kir û wiha got:"YPJ`ê ji bo azadiya jinan canê xwe feda dikin û ev jî berhemeke felsefeya rêber Abdullah Ocalan e."

Fatima di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser guhertina di kesayeta xwe de piştî ku fikirê rêbertî nas kir û wiha domand: "Piştî ku ku min fikirê rêbertî re û hatim gundê jinê gelek guhertin di kesayeta min de çêbûn. Beriya niha  ez li ser zarokên xwe bi tirs û dudilî bûm, ji ber ku ez hevsera şehîd im her tim ji xwe re dibêjim ku dê malbata hevserê min zarokên min ji min bistînin, lê piştî ez hatim gundê jinê min rêya xelasiyê dît, min nas kir ku ez niha rizgar bûme û tê gihiştim û azadiya jinê di fikir û nêrîna wê de ye."

Fatima Emîn wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Ez gelekî hewl didin ku rihê azadiyê li cem zarokên xwe biafirînim û zarokên xwe li ser bingeha ku jin li ku derê be û çawa be xwediya biryara xwe ye û xwedî fikrek û vînek azad e."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PDQjBnORLKE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>