Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi vîrusê ketin, 3 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 5 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 jî mirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi vîrusê ketin, 3 jî mirin
14 sibat, 2021   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand  li herêmên Rêveberiya Xweser 5 kesên din (4 jin û 1 mêr) bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine.

Kesên bi vîrusê ketine li van herêman in:

Dêrik: 1

Reqa: 2

Tebqa: 1

Şehba: 1

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku 3 pêketiyên din mirin û 6 jî baş bûne.

Li gorî van daneyan, hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 571, hejmara miriyan bû 303 û hejmara kesên rewşa wan baş bûye gihişt hezar û 233'yan.

ANHA