Çalakiyên konê seferberiya giştî dê heta 20'ê Sibatê bidomin

Çalakiya konê seferberiyê ya ji bo pipştgiriya berxwedana gerîlayan li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker di roja sêyemîn de ye. Çalakî dê heta 20'ê vê mehê berdewam bike.

Çalakiyên konê seferberiya giştî dê heta 20'ê Sibatê bidomin
Çalakiyên konê seferberiya giştî dê heta 20'ê Sibatê bidomin
Çalakiyên konê seferberiya giştî dê heta 20'ê Sibatê bidomin
Çalakiyên konê seferberiya giştî dê heta 20'ê Sibatê bidomin
Çalakiyên konê seferberiya giştî dê heta 20'ê Sibatê bidomin
14 sibat, 2021   17:23
QAMIŞLO

Çalakiya konê piştgirî û seferberiya giştî ya ji bo berxwedana gerîlayên HPG'ê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve li Dêrikê hatiye lidarxistin di roja 3'an de ye. Çalakî îro ji aliyê Kongreya Star ve dewr hate girtin.

Oldar, endamên HPC, şêniyên Dêrikê, saziyên sivîl ên herêma Dêrik serdana kon kirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêveberê Gerînendeya Ewqaf a Herêma Cizîrê Seyîd Hesam çalakî silav kir, bal kişand li ser komploya navneteweyî û wiha got: "Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di tu ol û urf navneteweyî û exlaqê mirovahiyê de nayê qebûlkirin. Ji ber ku komplo cezayekî zalimane ji aliyê dîktatoran ve hatiye pêkanîne. Dewleta Tirk dixwaze tevahî gelên herêmê hikum bike, edaletî, mirovahî û exlaqê tune bike."

Piştî axaftinan sinivîzyoneke li ser berxwedana Sûra Amedê hate pêşanda. Çalakî bi stranên Koma Cûdî ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi dawî bû.

Li gorî hatibû plankirîn diviyabû ku çalakî îro bi dawî bibûya, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ragihandin ku dê çalakiyê heta 20'ê Sibatê bidomînin.

ANHA