′Fikrên rêber Abdullah Ocalan nuqteyek veguhertinê ye′

Şêwermenda Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka diyar kir ku hêzên navneteweyî ji bo dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan kom bûn. Her wiha Kongreya Star a kampa Berxwedan tekez kir ku fikrên rêber ocalan nuqteke veguhertinê di felsefeya serdemê de ye.

′Fikrên rêber Abdullah Ocalan nuqteyek veguhertinê ye′
′Fikrên rêber Abdullah Ocalan nuqteyek veguhertinê ye′
′Fikrên rêber Abdullah Ocalan nuqteyek veguhertinê ye′
′Fikrên rêber Abdullah Ocalan nuqteyek veguhertinê ye′
′Fikrên rêber Abdullah Ocalan nuqteyek veguhertinê ye′
14 sibat, 2021   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hatina salvegera 22`emîn a Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku bi "Roja Reş" li gel gelên herêmê tê pênasekirin, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cûda têne lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê bi dirûşmeya "Azadiya rêber APO çareseriya hemû aloziyên gelan e" semînerek der barê têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî ya li dijî wî, da. Semîner li navenda meclisa bajêr hate dayîn. Bi dehan malbatên şehîdan beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de şêwermenda Meclisa kantona Hesekê Zeyneb Şîtka behsa pêngavên têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û gavên girîng di jiyana wî de, kir.

Zeyneb Şîtka diyar kir ku hêzên navneteweyî ji bo dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan kom bûn da ku dengê rastiyê qut bikin û wiha domand: "Armanca Rêber Abdullah Ocalan azadkirina gelên bendest e. Ji ber wê dewletên desthilatdar xeterî di firkên wî de dît."

Zeyneb Şîtka îşaret bi girîngiya berdewamkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya rêber Abdullah Ocalan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Abdullah Ocalan greva Îmraliyê veguherand dibistana netewa demokratîk."

Paşê sînevizyon derbarê têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û sedemên Komploya Naventeweyî hate pêşandan.

ŞEHBA

Di heman çarçoveyê de, Kongreya Star li kampa Berxwedan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedan Leyla Îbiş û ji rêveberên Desteya Jin a Herêma Efrînê Zelûx Reşîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan di salvgera xwe ya 22`an de hate şermezarkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku armanca sereke ya komployê têkbirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tevgera vejînê ye ji ber derketina PKK`ê di pêvajoyekê de ku gelê Kurd di xewa giran de bû.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rêxistinên hiqûqî yên pêwendîdar kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin ji ber ew misogeriya aramî û kilîta çareseriya hemû dozên herêmê ye.

(bx)

ANHA