Çalakiya konvedanê di roja xwe ya sêyemîn de didome

Beşdarên ku tev li çalakiya konvedanê bûne banga tevlêbûna seferberiya giştî kir ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan tê birêvebirin û banga bilindkirina asta têkoşînê li hember planên dewleta Tirk kir.

Çalakiya konvedanê di roja xwe ya sêyemîn de didome
Çalakiya konvedanê di roja xwe ya sêyemîn de didome
Çalakiya konvedanê di roja xwe ya sêyemîn de didome
Çalakiya konvedanê di roja xwe ya sêyemîn de didome
14 sibat, 2021   12:50
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana HPG`ê li hember êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di roja 3`yemîn û dawîn de didome.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên Hewarî, Trafîk, Meclilsa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl ên herêma Dêrik a kantona Qamişloyê beşdarî konê çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de hevseroka meclisa herêma Dêrikê Zulfa Bedro wiha axivî: "Ev meh ji gelê Kurd û gelên bindest re meheke reş e."

Zulfa Bedro diyar kir ku dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan hedefgirtina gelên azadîxwaz e û ji ber wê jî divê hemû gel û pêkhateyên herêmê xwe bi rêxistin bikin û asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê, bilind bikin.

Paşê ji rêveberên Kongreya Star Şadiya Yûsif êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û tekez kir ku êrişên artêşa Tirk wan natirsîne lê belê israra wan a bilindkirina têkoşînê zêde dike.

Her wiha ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Jin a navçeya Dêrikê Cûheyna El-Yûsif tekez kir ku rejîma Tirk a faşîst sedema êriş û komployên li dijî gelên herêmê ye.

Bi navê pêkhateyên Suryan jî endama Kongreya Star Seydî Hena êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Garê û Şengalê, şermezar kirin.

Tê payîn ku çalakî îro di saetên êvarê de bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

(bx)

ANHA