Li gundewarên Reqayê dema tevgera motorsîklêtan diyar bû

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê biryarnameyek derxist û tevgera motorsîklêtan di demên diyar de li seranserê gundewarên Reqayê qedexe kir. 

Li gundewarên Reqayê dema tevgera motorsîklêtan diyar bû
14 sibat, 2021   11:49
REQA

Ev biryarname li ser daxwaza gel û bi erêkirina Meclisa Qanûnsaz hate derxistin. Li gorî biryarnameyê, qedexe ye ku motorsîklêt ji saet 7’ê êvarê, heta 6’ê sibê bikevin tevgerê.

Biryarname li endamên odeya operasyonan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê hate belavkirin. 

Komîteya Hundirîn bang li gel kir ku ji bo parastinê, hevkariyê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bikin.

(dx)

ANHA