Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran dikin

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan gundewarên Hema û Idlibê topbaran dikin. Di heman demê de, balafirên keşfê jî li herêmê digerin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran dikin
14 sibat, 2021   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), şeva borî hêzên hikumeta Şamê herêmên li gundewarên Hema û Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Hêzên hikumetê, di topbaranê  de deverên El-Fitîra, Sufuhin, Filêfil, derdora El-Bara, Bênîn başûrê Idlibê, El-Ziyara û El-Ekawî li Sehil El-Xab kirin hedef.

Ji aliyekî din ve jî, li Idlibê li nêzî sînorê Sûriyêe-Tirkiyê balafirên keşfê digerin, tê payîn ku yên Koalîsyona Navneteweyî bin.

Duh, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de li derdora gundewarên rojhilatê Idlibê, şerekî dijwar rû da. Di vê çarçoveyê de hêzên hikumeta Şamê deverên çiyayê El-Zewiyê û Sehil El-Xab topbaran kirin.

(dx)