​​​​​​​Michael Rubin: Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bûne wekîlên dewleta Tirk

Lêkolînerê ji American Enterprise Institute (AEI) Michael Rubin diyar kir ku dewleta Tirk baregehên PDK’ê wek baregehên operasyonên pêşketî yên artêşa xwe dibîne û da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bûne wekîlên dewleta Tirk di vê pêvajoyê de.

​​​​​​​Michael Rubin: Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bûne wekîlên dewleta Tirk
14 sibat, 2021   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê di 10`ê vê mehê de êrişî çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê kir û vê yekê hişt ku gumanên der barê beşdariya PDK`ê ji van êrişan çêbin, di vê derbarê de ajansa me hevdîtin bi lêkolînerekî li American Enterprise Institute (AEI) Michael Rubin re çêkir.

Têkiliya di navbera êrişên li ser çiyayê Garê û gefên Erdogan ên li ser Şengalê de çi ye?

3 sedem hene ku hişt Erdogan bixwaze êrişî Şengalê bike; ya yekemîn ew e ku Erdogan nefretê ji Kurdan dike, nefretê ji kesên nemisilman dike û bi awayekî veşaretî şahiya kuştina êzidiyan li dar dixe.

Sedema duyemîn ew ku Erdogan dizane ku kesên felsefeya Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh, wekî gefekê li dijî xwe û li dijî hevalbendên xwe dibîne û ev kom jî li Şengalê û Başûrê Kurdistanê xwedî giranî ne û li hemberî PDK û dewleta Tirk dixwazin rêveberiyeke aktîftir pêşkêş bikin. Ji ber ku PDK û dewleta Tirk her du jî kêrnehatî ne.

Sedema dawî jî ew e ku PDK û Erdogan dixwazin rastiya rewşa aboriya xwe veşêrin ku sedema wê jî xerabiya birêvebirinê ye.

Gelo dewleta Tirk dikare bêyî erêkirina Amerîkayê êrişî Iraqê bike?

DYA`yê di demeke berê de ku baweriya xwe ji niha zêdetir bi dewleta Tirk dianî, rê da ku van êrişan pêk bîne. Di dema rêveberiya Trump de, kesayetên wekî Geffrey û Rich destûr da ku dewleta Tirk bikeve nava operasyoneke hevbeş a şerê bi wekaletan. Bi vê yekê dewleta Tirk dikare xwe ji sûcên qetilkirinê xelas bike.

Êrişa niha jî ji bo rêveberiya Biden test e û heta niha diyar e ku Biden, Blinken û Sullivan ji her tiştî zêdetir daxuyaniyan didin û em jî hêvî dikin ku ev yek biguhere.

Gelo destê hikumeta Iraqê jî di van êrişan de heye?

Bi destpêka êrişan re dibe ku dewleta Tirk hikumeta Iraqê û dibe ku hikumeta Başûrê Kurdistanê beriya niha agahiya wê ji vê yekê hebe, ji ber ku Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî di vê pêvajoyê de wekîlên dewleta Tirk in, ji ber ku ew rêveberên Kurdan in.

Mistefa Kazimî jî ji bo aloziya aborî û gefên ji aliyê milîsên ku Îran piştgiriya wan dike, di halê hazir de gelek tişt li pêşiyê hene ku bike û tevî ku parastina serweriya Iraqê jê tê xwestin, lê dîsa jî naxwaze zextê li dewleta Tirk bike.

Rola PDK`ê di van êrişan de çi ye, nexasim ku veguhastina leşkerên Tirk ji baregehên li hundirê Başûrê Kurdistanê re çêdibe?

Dewleta Tirk baregehên PDK`ê wek baregehên operasyonên pêşsînor ên artêşa xwe dibîne û ji bo dewleta Tirk pêşmergeyên Kurd ew hêzên artêşa Tirk in, lê bi cilên cuda ne.

Dewleta Tirk nikare bêyî alîkariya PDK`ê bi hêsanî operasyoneke wiha pêk bîne, Mesrûr Barzanî ditirse ji ber ku komên bi ser PKK`ê ve di nava el de xwedî statu ne, lê xirabiya birêvebirina wî anku Mesrûr Barzanî dihêle ku PDK li wir giraniya xwe winda bike.

(eh)

ANHA