Av… amûreke dewleta Tirk a şantaj û guhertina demografiyê

Dewleta Tirk a dagirker ku xwe wek dewleta qanûnê pênase dike, hîna jî avê wek çekekê li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û hemû qanûnên navneteweyî û mafê gel ê bidestxistina avê, binpê dike.

Av… amûreke dewleta Tirk a şantaj û guhertina demografiyê
14 sibat, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend rojan careke din dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê kêm kir ku li aliyê Sûriyê bi sed hezaran cotkar sûdê jê digirin.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker qaşo xwe wek dewleteke qanûnê pênase dike jî, lê kiryarên wê rastiya wê derdixin holê. Mijara avê û binpêkirina peymanên navneteweyî û peymanên bi Sûriyê re ji aliyê dewleta Tirk ve, kiryarên wê û rastiya armancên wê li herêmê eşkere dike.

BINPÊKIRINA PEYMANÊN TÊKILDARÎ ÇAVKANIYÊN AVÊ

Di sala 1987`an de, di dema tijîkirina Bendava Ataturk de dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê ji bo sûdgirtina ji ava çemê Firatê peymaneke demkî heta 5 salan pêk anîn. Peyman di 17`ê Tîrmeha 1987`an de pêk hat û tê de dewleta Tirk soz da ku dê bi awayekî demkî salane zêdetirî 500 metrekabik av di saniyê de li cem sînorê Sûriyê-Tirkiyê bide, heta ku bi temamî li ser sûdgirtina ji ava Firatê li hev dikin.

Sûriye di 17`ê Nîsana 1989`an de bi Iraqê re peymanek mohr kir û tê de hate diyarkirin ku para Iraqê ji ava Firatê ji sedî 58 be û para Sûriyê jî ji sedî 42 be, bi vî awayî salane dê para Sûriyê ji ava Firatê bibe 6,627 milyar metrekabik, para Iraqê wê bibe 9,106 milyar metrekabik û para dewleta Tirk dê 15,700 milyar metrekabik be.

Di sala 1994`an de Sûriye peymana ku bi dewleta Tirk re mohr kiribû,  di NY`yê de tomar kir da ku mafê Sûriyê û Iraqê di ava Firatê de misoger bike.

Her çi qasî ev peyman hebe jî, dewleta Tirk a dagirker di salên derbasbûyî de û nexasim piştî ku herêmên li ser perava çemê Firatê ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, li aliyê Sûriyê rêjeya ava Firatê kêm kir û bi vê yekê hewl dide ku zextê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û gel neçar bike ku dagiririna xaka herêmê qebûl bike.

Dewleta Tirk a dagirker heman siyasetê bi Iraqê re jî dimeşîne û rêjeya ava Dicleyê kêm dike. Ew bi vê yekê jî sînordar namîne, lê belê avê li ser kantona Hesekê qut dike ku nêzî milyonek mirov li wir dijîn û ji wan 300 hezar koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî ne.

PEYMANA NY`YÊ YA SALA 1997`AN BINPÊ DIKE

Siyasetên dewleta Tirk bi zexta li ser gel a bir rêya qutkirina avê sînordar namîne, lê belê avê ji bo koçberkirinê, guhertina demografiya herêmên dagirkirî û xirabkirina şûnwaran jî bi kar tîne.

Mirov dikare Bendava Ilisuyê ya dewleta Tirk wek mînakeke berbiçav a bikaranîna avê ji bo guhertina demografiyê û koçberkirina şêniyên resen, nîşan bide.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku Bendava Ilisu dê kehrebê bide bi milyonan malên li Tirkiyê, lê li gorî pisporên jîngehê dê bendav bibe sedem ku 80 hezar kes koçber bibin.

Her wiha Heskîf a dîrokî jî ku temenê wê nêzî 12 hezar sal e, di bin ava Bendava Ilisuyê de maye.

(eh)

ANHA