Li Helebê têkildarî komploya 15'ê Sibatê komxebatek hate lidarxistin

Saziyên civaka sivîl ên Helebê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist.

Li Helebê têkildarî komploya 15'ê Sibatê komxebatek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 15'ê Sibatê komxebatek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 15'ê Sibatê komxebatek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 15'ê Sibatê komxebatek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 15'ê Sibatê komxebatek hate lidarxistin
Li Helebê têkildarî komploya 15'ê Sibatê komxebatek hate lidarxistin
13 sibat, 2021   16:52
HELEB

Bi durişmeya "22 sal in komploya li ser ronakbîr Abdullah Ocalan berdewam e", saziyên civaka sivîl ên Helebê komxebatek li dar xist. Komxebat li kafêtîriya Tela ya li beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û hiqûqnasên Helebê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, rojnamevan û nivîskarê siyasî Cemîl Reş î dsemînerek li ser aliyên siyasî û dîrokî yên Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan da.

''RÊBER XWENDINEK NÛJEN A ŞARISTANIYA ROJHILATA NAVÎN PÊŞKÊŞ KIR''

Di beşê yekemîn ê komxebatê de behsa berhemên fikirî yên ku rêbertî di dirêjehiya girtinê de derxistine hate kirin û hate gotin, berhemên wî bingeha pêvajoyeke nû li ser asta Kurdistan, herêmî û navdewletî ye.

Her wiha îşaret bi girîngiya eşkerekirina bandor û encamên komployê  kir û wiha domand: "Komplo li ser gel û rêbertî berdewam e, pêwîst bi eşkerkirina piştperdeyên wê û berxwedana fikirî û siyasî ya rêbertî di girtîgehê de heye."

ADANA ... BINPÊKIRINA DESTÛRA SÛRÎ

/ar/uploads/files/2021/02/13/153550_mhmd-jmyl.webp

Piştî dayîna semînera yekemîn, parêzer Mihemed Cemîl semînera duyemîn a bi navê "Aliyê hiqûqî û qanûnî yê komploya li ser rêberî" da.

Cemîl di destpêkê de behsa peymana Adana ya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de kir û got, ev peyman jêdera binpêkirina destûra Sûriyê ye.

''ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN BI PÊKANÎNA NETEWEYA DEMOKRATÎK PÊKAN E''

/ar/uploads/files/2021/02/13/153616_frynaz-atyh.webp

Pispora beşê Kar û Barên Kurdî ya misirî Ferînaz Etiya bi rêya skype beşdarî komxebatê û got, tişta ku di ramanê rêbertî de bala wê kişandiye, projeya neteweya demokratîk e û wiha domand: "Heger ev proje li herêmên Rojhilata Navîn were pêkanîn dê tevahî aloziyên heyî çareser bibin û dê rewşa Rojhilata Navîn di aliyê siyasî, aborî û civakî de biguhere."

Ferînaz destnîşan kir ku fikirê neteweya demokratîk xwe dispêre çanda yekirina gelan û rakirina cûdakarî û belavkirina fikirê kêmnetewe û pirnnetewe ye.

''ٌ RAMANÊ RÊBERTÎ GEFÊ LI PERGALÊN ŞOFONÎST DIXWE''             

 /ar/uploads/files/2021/02/13/153639_asam-azwz.webp                                          

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin. Siyasetmedarê serbixwe Îsam Ezûz destnîşan kir ku ronakbîr Abdullah Ocalan hewl da ronêsansekê li tevahî herêmê pêk bîne. Her wiha diyar kir ku rêbertî roleke mezin di şerê li dijî emperyalîzma global, di serî de faşîzma dewleta Tirk a ku ewlehiya herêmê bi giştî tehdît dike list.

''KOMPLO LI DIJÎ TEVAHÎ GELAN E''

/ar/uploads/files/2021/02/13/153658_ahmd-hsw.webp

Sekretêrê Giştî ya Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Hiso jî axivî û diyar kir ku gelên herêmê bi salan di nava paşketin, nezanîn û desthilatdarê de bûn, dema ku fikirê neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan derket, dewletan li dijî wê û li dijî tevahî gelan komplo pêk anî.

/ar/uploads/files/2021/02/13/153715_saad-hsn.webp

Endama Komîteya Rêxistinkirina Komxebatê Sûad Hesen diyar kir ku armanca sereke ji vê komxebatê balê bikişînin ser komployê û got: "Bi rêya vê komxebatê me xwest ku teqez bikin ku girtina rêbertî bi awayekî derqaûnî pê hat. Her wiha ji bo ku em balê bikişînin ser aliyên dîrokî û hiqûqî yên komployê."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/47ui8hI3yRc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>