Zarokan banga azadiya rêbertî kir

Bi boneya salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, zarokan bi çalakiyekê peyman ji rêbertî re şandin û banga azadiya wê kirin.

Zarokan banga azadiya rêbertî kir
Zarokan banga azadiya rêbertî kir
Zarokan banga azadiya rêbertî kir
Zarokan banga azadiya rêbertî kir
Zarokan banga azadiya rêbertî kir
Zarokan banga azadiya rêbertî kir
13 sibat, 2021   15:40
QAMIŞLO

Bi boneya 15'ê Sibatê salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Zarokan a Kar û Barên Civakî ya Kongreya Star çalakiyeke li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di çalakiyê de zarokan banga azadiya rêberî kirin.

Zarokan bi peyaman silavê xwe ji rêbertî re şandin û komploya navneteweyî şermezar kir û gotin: "Dewleta Tirk nikare roja me tarî bike."

Zarokan destînşan kirin ku rêbertî roleke pêşeng di şoreşa azadiyê de list, ji bo azadiya gelan tê dikoşe. Her wiha îşaret pê kirin ku rêbertî xeta durist pejirandin û da ser şopa wê da ku gelê xwe bighîne jiyaneke azad û bi rûmet.

Her wiha diyar kir ku rexmî ku rêbertî di nava çar dîwaran de ye, lê fikirê wî sînorê erd û asîman derbas kir û wiha gotin: "Fikirê rêbertî di dil û mejiyê me de ye, bi saya fikir û felsfeya wî em bi aştî û jiyana hevbeş dijînin."

Piştî zarokan peyamên xwe xwendin, çalakiya xwe bi stranan bi dawî kirin.

ANHA