Kongreya Star sûcê tecawiza bi komî ya li Serêkaniyê şermezar kir

Kongreya Star a kampa Serêkaniyê sûcê tecawiza bi komî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinekê li girtîgehên Serêkaniyê de pêk anînbû, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bînin û sûcên dagirekran bi dawî bikin.

Kongreya Star sûcê tecawiza bi komî ya li Serêkaniyê şermezar kir
13 sibat, 2021   16:03
HESEKÊ

Kongreya Star a kampa Serêkaniyê ya li taxa Telayai ya bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê sûcê destdirêjiya bi komî ku çeteyên dewleta Tirk li Serêkaniyê li dijî jinekê kiribûn şermezar kir.

Çalakvanan li ser malperên tevna civakî diyar kirin ku çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê dest avêtine jineke Ereb. Li gorî çalakvanan, jin ji aliyê istixbarata leşkerî ya Tirkiyê ve hatiye girtin û çeteyên bi navên Sedûn Qeytûn û Ebdulrezaq El-Mewlûd dest avêtine wê. 

Bi dehan jinên li Kampa Serêkaniyê, bi beşdarbûna endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo kom bûn û daxuyanî dan.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a kampê Gulîstin Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser sûcên dagirerkiya Tirk ên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriêy, bi taybet sûcên li dijî jinan.

Hate gotin, di 12'ê vê mehê de çeteyên Polîstên Leşkerî yên girêdayî dagirekriya Tirk li herêma Serêkaniyê jineke girtî bi navê (R. E) tecawiz kirin û wiha hate domandin: " Ev sûc li rêzesûcên ku li dijî gelên herêmê li pêşiya çav û guhên rêxistinên hiqûqî, mirovî û jinan ên cîhanê têne kirin,  zêde dibin û binpêkirineke mezin ji mîsaq û pîvanên navneteweyî ye."

Kongreya Star a kampa Serêkaniyê bang li raya giştî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve, bi lez destwerdanê bike, sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkerî pêk tînin, bi dawî bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5rri4WHchgE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>