Li Garê gerîlayan nehiştin ku 7 helîkopter leşkeran deyne

Duh êvarî saet di 22.20’an de 7 helîkopterên artêşa Tirk a dagirker dema ku xwestibûn leşkeran deyne Garê, gerîlayan li helîkopteran dabû û nehiştibû helîkopter xwe deynin.

Li Garê gerîlayan nehiştin ku 7 helîkopter leşkeran deyne
13 sibat, 2021   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên dagirker de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de duh êvarî xwestibû bi 7 helîkopteran derbasî qada Siyanê bibe.

Gerîlayan li helîkopteran dan û nehiştin ku helîkopter leşkeran deyne qadê. Dîmenên wê kêlîkê gihiştin destê ANF’ê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê jî îro daxuyanî dabû û gotibû, “Di 12’ê Sibatê de saet di 22.20’an de dagirkeran hewl dabûn bi 7 helîkopteran derbasî qada Siyanê bibin. Ji ber mudaxeleya hêzên me helîkopter ji qadê derketin.”