Michael Rubin: Divê PKK ji lîsteyên terorê ya Amerîkayê were derxistin

Lêkolînerê amerîkî Michael Rubin ku berê di Pentagonê de kar kiriye, got ew ji ber durûtiya rêveberiya Amerîkayê şaşwaz maye ku Hûsiyan ji lîsteya terorê derdixe lê PKK`ê tê de dihêle û xwest ku PKK ji wê lîsteyê were derxistin.

Michael Rubin: Divê PKK ji lîsteyên terorê ya Amerîkayê were derxistin
13 sibat, 2021   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken betalkirina sinifandina koma Hûsiyan a Yemenê wek rêxistineke terorîst, ragihand. Her wiha diyar kir ku ji vê betalkirinê armanc dikin ku siyasetên Amerîkayê, bandorê li alîkariya kesên ku di dijwartirîn aloziya mirovahiyê li cîhanê re derbas dibin, neke.

Michael Rubin got pirsa rastîn ku divê Blinken bersiva wê bide ev e ku çima dê Hûsî ji lîsteya terorê ya cîhanê werin derxisitn ruxmî ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Yemen wek dewleta sponserê terorê li cîhanê bi nav kiriye? Li aliyekî din jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a xwedî heman fikrên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e ku şerê DAIŞ`ê kir û ew tune kir û nimûneyeke federalî wek alternatîfê rejîma Baasê ava kir, di lîsteyê de dihêle.

Rubin wiha domand: “Rast e PKK di navîna salên 80`yî de li Tirkiyê şer kir, lê kom û gelek şaxên wê ji demeke dirêj ve bi pêş ketin. Wezîra karên derve ya Amerîkayê ya berê Madeline Albright sala 1997`an PKK wek rêxistineke terorîst sinifand. Ev sinifandin bi daxwaza rêveberiya Clinton a pêkanîna lihevkirineke mezin a çekan ve girêdayî bû.”

Rubin destnîşan kir ku sinifandina niha ya komên kurdî ji bo dozên wan, ne adil e û ewlehiya li Sûriyê û Iraqê asteng dike û asta dîplomasiyê û hevkariyê ya têkoşîna li dijî terorê ya ji bo ewlehiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, sînordar dike.

Rubin diyar kir ku rêveberiya Biden niha heman rêgeza Trump û Obama dubare dike ku DYA ji hevalbendên xwe zêdetir bi awayekî baş bi hevrikên xwe re dide û distîne.

(şx)