Li Dêrikê konê seferberiyê di roja duyemîn de didome

Li Dêrikê konê seferberiyê ji bo piştgiriya hêzên HPG`ê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye danîn, di roja duyemîn de didome.

Li Dêrikê konê seferberiyê di roja duyemîn de didome
Li Dêrikê konê seferberiyê di roja duyemîn de didome
Li Dêrikê konê seferberiyê di roja duyemîn de didome
Li Dêrikê konê seferberiyê di roja duyemîn de didome
Li Dêrikê konê seferberiyê di roja duyemîn de didome
Li Dêrikê konê seferberiyê di roja duyemîn de didome
13 sibat, 2021   13:39
QAMIŞLO

Şêniyên herêma Beravê,  endamên PYD`ê, Dadgeha Gel a Dêrikê, Şaredariya Gel a Dêrikê, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspiyên eşîran berê xwe da konê çalakiyê.

Di bin kon de endamê PYD`ê Subhî Ilyas wiha axivî: "Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin, bi taybet di meha Sibatê de. Meha ku li dijî rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gelên azadîxwaz Komploya Navneteweyî pêk hat."

Paşê lêkolîner Mehmûd Kalo jî behsa berxwedana gelên şoreşger û amadekariyên ji şerê taybet re kir ku sîstemên desthilatdar û dewletên dagirker pêk tînin da ku gelan û mafên wan têk bibin.

Mehmûd Kalo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan dixwaze Tevgera Rizgariya Kurdistanê û fikrên rêber Abdullah Ocalan têk bibe.

Paşê Koma Cûdî stran gotin û Koma Ava Mezin jî şanoyek pêşkêş kir.

Çalakiya kon dê heta sibê dewam bike.

(bx)

ANHA