Li Reqayê têkildarî Komploya 15`ê Sibatê civînek li dar ket

Meclisa Ciwanên Reqayê ji bo nirxandina armancên Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, civînek li dar xist.

Li Reqayê têkildarî Komploya 15`ê Sibatê civînek li dar ket
Li Reqayê têkildarî Komploya 15`ê Sibatê civînek li dar ket
Li Reqayê têkildarî Komploya 15`ê Sibatê civînek li dar ket
13 sibat, 2021   13:23
REQA

Bi hatina salvegera 22`yan a dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re rêzecivînên ku li Reqayê ji bo nirxandina armancên komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, didomin.

Civîn li hola El-Tac a başûrê bajarê Reqayê hate lidarxistin. Endamên Meclisa Ciwanên Reqayê, endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, ciwanên Reqa û gundewarên wê, her wiha Desteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî civînê bûn.

Di civînê de cîgirê sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hesen Mihemed Elî wiha axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan wateya şoreşgeriyê pêşkêş kir. Parastina wî ji gel re gefan li hêzên navneteweyî dixe û dîtin ku heger ev belav bibe dê gel li hember desthilatdariyê derkeve û ev yek ji wan re xetere ye."

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ji ber komployê rêxistina kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê zêdetir bû, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Elî destnîşan kir ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi destê Amerîka, Îtalya, Brîtanya, Çîn û Îsraîlê hate kirin lê rêber Ocalan komploya wan têk bir û Rojhilata Navîn û gelên wê dûrî şer xistin.

Di dawiyê de sînevîzyonek der barê têkoşîna rêber Abdullah Ocalan de hate pêşandan.

(bx)

ANHA