Nivîsgeha Parastina Zarokan a Hesekê 6 zarok radestî malbatên wan kirin

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Nakokiyên Çekdarî de ya kantona Hesekê  li gorî lihevkirinên ku bi aliyên navneteweyî re hatine îmzekirin, 6 zarok radestî malbatên wan kirin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Hesekê 6 zarok radestî malbatên wan kirin
13 sibat, 2021   12:55
HESEKÊ

Li gorî lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û aliyên navneteweyî de QSD`ê 6 zarok radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan kirin.

Zarok li avahiya nivîsgehê bi beşdarbûna hevserokê nivîsgehê Xalid Cebir radestî malbatên wan hatin kirin.

Der barê mijarê de Xalid Cebir ji ANHA`yê re axivî û got: “Li gorî lihevkirinên di navbera QSD û Neteweyên Yekbûyî (NY) de me 6 zarok radestî malbatên wan kirin.”

Cebir da xuyakirin ku zarok ji ber gelek sedeman tev li hêzên leşkerî dibin, jê şert û mercên şer û bandora li ser wan. Cebir destnîşan kir ku ji bo mijara tevlêbûna zarokan di nava refên QSD`ê de, rojane bi QSD`ê re dicivin.

Cebir di dawiyê de got: “Berovajî propagandaya hinek dezgehên çapemeniyê, QSD bi nivîsgehê re di vî warî de hevkar e û piştî pêşkêşkirina delîlan, gelek zarok radestî malbatên wan hatin kirin.”

Ji dema vekirina Nivîsgeha Parastina Zarokan ve 38 zarok radestî malbatên wan hatine kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PS6Tqb2V5oU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>