HPG’ê agahiyên 24 saetên dawîn ên  şerê li Gareyê ragihandin

HPG’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawîn de balafirên şer ên artêşa Tirk 18 caran Gare bombebaran kiriye û xwestiye bi 7 helîkopteran bikevin qada Siyane lê li ser bersiva hêzên wan, vekişiyane.

HPG’ê agahiyên 24 saetên dawîn ên  şerê li Gareyê ragihandin
13 sibat, 2021   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Gareyê û çalakiyên gerîla, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hatin gotin:

“Agahiyên dawîn ên der heqê operasyona li ser herêma Garê de wiha ne:

11’ê Sibatê sibehê û nîvro hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên dagirker du çalakî kirine. Agahiyên berfireh ên van çalakiyan piştre wê werin parvekirin.

12’ê Sibatê berê sibehê hêzên dagirker xwestin ku bi  helîkoptêran bikevin qada Siyanê. Hêzên me ji nêz ve derb li van helîkoptêran dane. Ji ber vê helîkoptêr bêgav mane ku ji qadê dûr bikevin.

Operasyona li ser qada Siyanê ya herêma Garê 12’ê Sibat3e ber bi Çêlka, Kanî Orhan û geliyê Kafya ve hatiye berfirehkirin.

Artêşa Tirk ku ji ezmanî û bejahî ve nekarî pêş ve biçe û her wiha nekarî leşkerên xwe yên li erdê biparêze êrişên giran ên ezmanî tîne ser qada Gare. Bi vê çarçoweyê 12’ê Sibatê saet 15:45’an 3 caran li qada Siyanê-Ergenê, 3 caran li rêzeçiyayên Garê, 3 caran li berpalên Girê Reşît, saet 16:00’an 2 caran li Girê Xêrê, saet 16:20’an 3 caran li gundê Yekmalê, saet 21:30’î 3 caran qada Deşta Kafya hatiye bombekirin. Tenê di nav 24 saetan de, herêma Garê ji hêla balafirên şer ve 18 caran hatiye bombekirin.

12’ê Sibatê êvarkî dagirker xwestin ku bi ser xeta Siyanê û Çêlka ve bi pêş ve biçin, hêzên me ew kirin ber kontrolê li wan dan. Bi qasî ku zelal bûye 1 dagirker hatiye cezakirin, ên din reviyane. Piştre dagirkerên ku hatine cezakirin bi helîkoptêrê ji qadê hatine rakirin.

12’ê Sibatê saet 22:20’an dagirkeran xwestin ku bi 7 helîkoptêran bikevin qada Siyanê. Hêzên me piştî ku mudahelyî wna kirin bêgav man ku ji qadê dûr bikevin.

Hêzên me ku derbên karîger ji bejahiyê ve li artêşa Tirk a dagirker dan, her wiha bi pêşengiya Hêzên Berevaniya Ezmanî ya Şehîd Delal ve jî li Gare li dijî dagirkeran çalakî hatiye kirin.

Hêzên Berevaniya Ezmanî yên Şehîd Delal 12’ê Sibatê saet 14.30’an dagirkerên ku li herêma Siyanê bi cihbûne bi amûrên hewayî kirine hedef. 13’yê Sibatê saet 09.45’an dagirkerên li Siyanê kirine hedef, dagirkerên ku bûne hdef derbên serkeftî li wan ketine. Di herdu çalakiyan de çend dagirker hatine cezakirin tam zelal nebûye lê piştî çalakiyan dagirkerên mirî û birîndar bi helîkoptêrê ji qadên hatine derxistin.

Li gel êrişên zêde yên hewayî yên dewleta Tirk, teknîka şer, balafirên keşfê yên domdar û balafirên şer jî Gerîlayên Azadiya Kurdsitanê bi vîn û biryardariyeke mezin şer dike, di hêrsa li komploya 15’ê Sibatê derbên karîger li dagirkeran dide.”