Malbatên şehîdan banga bidawîkirina êrişên dewleta Tirk kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê bisekinin.

Malbatên şehîdan banga bidawîkirina êrişên dewleta Tirk kir
13 sibat, 2021   12:19
KOBANÊ

Nerazîbûna gel li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajarên Kurdan li tevahiya Kurdistanê, zêde dibe. Dewleta Tirk piştî binkeftina xwe li Heftanînê niha jî êrişî Garê dike.

Der barê mijarê de Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê daxuyaniyek da, endamên meclisê Eyşe Efendî û Ronahî Heco daxuyanî xwend.

Meclisê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya “pêşmergeyên malbata Barzanî” û bi balafirên şer bi armanca tunekirina Hêzên Parastina Gel (HPG) û dagirkirina herêmê, êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Meclisê destnîşan kir ku êdî gelê Kurd xwe bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi çek kiriye, vîna azad û vîna şoreşa rast dê li hemberî xiyanetê bi ser bikeve.

Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de bang li tevahiya aliyan, gelên azadîxwaz û gelê li Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî xiyanetê û dijminên Kurdistanê serî hildin û piştgiriya berxwedana şervanên li çiyayên Garê bikin.

Meclisê bang li tevahiya dewletên Rojhilata Navîn kir ku rê li pêşiya hovîtiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd bigirin. Meclisê da xuyakirin ku dewleta Tirk sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire û êrişî gelê Kurd dike.

Meclisê di dawiyê de wiha got: “Divê malbata Barzanî xwedî giyanê welatparêziyê be û ji xiyanetê û xizmetkirina ji dijminên Kurdan re dûr bikeve. Çawa em li Kobanê û Heftanînê bi ser ketin, em ê ala serkeftinê li lûtkeyên çiyayên Garê jî rakin. Dagirkerî wê tune bibe. Li cihê ku berxwedan heye, ne pêkan e ku xiyanet hebe.“

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zOr9nUdGdv4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>