‘Divê em asta têkoşînê mezin bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin’

Bi hezaran şêniyên Minbicê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Ji Minbicê dergûşa çandan em komployan têk dibin da ku siberoja azadiya gelan hilê” meşiyan.

‘Divê em asta têkoşînê mezin bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin’
13 sibat, 2021   12:27
MINBIC

Meclisa Jinan bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li dar xist. Di meşê de endamên sazî, komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, nûnerên partiyên siyasî û bi hezaran şênî beşdar bûn.

Beşdaran pankartên “Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan e”, “Bi coşa jinên ciwan û ciwanên şoreşger heta rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehên dewleta Tirk a faşîst em dê tê bikoşin” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Meş ji ber stasyona El-Hemdûnî ya li ser rêya Cezîrê dest pê kir û li ber çerxerêya Cezîrê li rojhilatê bajêr bi dawî bû.

Li ber çerxerêyê mîtîng bi axaftina endama rêveber a Meclisa Jinan Fadiya Resûl dest pê kir. Fadiya diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina mafên jinan li ku derê dibin bila bibin, tê koşîne û wiha domand: “Ew rêberekî neteweyî ye û jinan hêza xwe ji fikrên wê girt.”

Fadiya destnîşan kir ku jin niha bi saya rêber Abdullah Ocalan ji her demê bêtir bi hêztir bûne.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber Nûra El-Hamid jî axivî û îşaret pê kir ku beriya 22 salan, piraniya dewletên cîhanê tev li Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûn. Nûra wiha domand: “Ji ber ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn in, dîl hat girtin û tecrîdeke giran lê hat ferzkirin.”

Her wiha Nûra pêwîstiya mezinkirina têkoşîn û berxwedanê destnîşan kir ku û diyar kir ku şoreşa li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ava bûye, dikare gelên bindest û azadîxwaz rizgar bike.

Di mîtîngê de hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Ehmed El-Cemîlî jî axivî û got: “Em komploya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan şermezar dikin. Wî bi fikr û felsefeya xwe ya neteweya demokratîk rê li pêşiya me ronî kir da ku em bigihêjin azadiyê û ji fikrên modernîteya kapîtalîst xilas bibin.”

El-Cemîlî piştrast kir ku ciwanên şoreşger dê li hemberî vê komployê bê helwest nemînin.

Di dawiya mitîngê de beşdaran bi slognan, berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir û banga bidawîkirina tecrîdê kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5V7-BR4K_zA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>