​​​​​​​Êrişa dewleta Tirk ji herêmên PDK`ê tê birêvebirin

PDK îdia dike ku destê wê di êrişa dewleta Tirk a li dijî herêma Garê de tune ye lê li gorî daxuyaniyên HPG û parlamentoya Iraqê êrişa dewleta Tirk ji herêmên PDK`ê tê birêvebirin.

​​​​​​​Êrişa dewleta Tirk ji herêmên PDK`ê tê birêvebirin
13 sibat, 2021   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Artêşa Tirk a dagirker ji 10`ê Sibatê ve êrişî herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê dike. Hêzên Parastina Gel (HPG) li hemberî wan êrişan li ber xwe didin.

Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed îdia kir ku PDK’ê têkiliya xwe bi nakokiyên di navbera dewleta Tirk û PKK`ê de tune ye û divê PKK dev ji îdiayên xwe berde.  Ruxmî wan îdiayan, lê rastiyên li ser erdê berovajî wan îdiayan eşkere dikin.

Beriya 2 rojan, parlamenterê Tevgera Guhertinê ya parlamentoya Iraqê Dr. Xalib Mihemed ji Rojnewsê re axivîbû û gotibû: “Dewleta Tirk bi aboriya herêma Başûrê Kurdistanê hêzên xwe yên li Iraqê fînanse dike.”

Mihemed wiha domandibû: “31 baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Ew sûdê ji têkiliyên xwe yên bi PDK`ê re digire û bi aboriya herêmê hêzên xwe fînanse dike. Heta balafirên ku êrişî herêmê dikin, ji sotemeniya Başûrê Kurdistanê tên dagirtin.”

Êrişa li dijî çiyayê Garê ku di nava Herêmên Parastinê yên Medyayê de ye û ji sînorên di navbera Başûr û Bakurê Kurdsitanê de bi 40 km dûr e, ji hundirê herêma Başûrê Kurdistanê pêk hat. Navenda Ragihandinê ya HPG`ê di 11`ê Sibatê de daxuyanî da û tê de eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe bi rêya balafirên şer ên Skorsky û Kobra ji Başûrê Kurdistanê derbasî herêmê kirin.

Lê berdevkê PDK`ê derbasbûna hêzên artêşa Tirk a dagirker bi rêya baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê ji Garê re, birêvebirina êrişan ji gundê Mesîhî yê Selahaddînê û veguhastina birîndar û cenazeyên artêşa Tirk a dagirker ji nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê re, wek hevkarî nabîne.

Niha jî, ev êriş û hevkarî li dîroka reş a PDK`ê ya hevkariya bi dewleta Tirk re li dijî gelê Kurd û tevgera rizgariyê zêde dibe.

PDK`ê piştî avabûna parlamentoya Başûrê Kurdistanê sala 1992`yan biryara şerê PKK`ê da. PDK`ê sala 1997`an êrişî nexweşxaneya Hewlêrê kir ku şervanên PKK`ê tê de dihatin dermankirin. Di encama wê êrişî de zêdetirî 100 şervan şehîd bûn û heta niha kesek nizane gorên wan li ku derê ne.

Êrişa yekemîn a artêşa Tirk a dagirker a li dijî PKK`ê jî li Başûrê Kurdistanê di 25`ê Gulana 1983`yan de bi koordîneya PDK`ê pêk hat. Di 5`ê Tebaxa 1991`an de jî PDK tev li êrişa yekser a dewleta Tirk a dagirker a li dijî PKK`ê bû. Piştre Cotmeha sala 1992`yan tev li êrişa artêşa Tirk a dagirker a li dijî herêma Xakurkê bû. PDK`ê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a 21`ê Adara 1995`an û Gulana heman salê de, êrişa Nîsana 1996`an, êrişa Çileya 1997’an, êrişa Gulana 1997`an, Tîrmeha 1997`an… heta bigihêje êrişa 16`ê Hezîrana 2020`an a li dijî Heftanînê, hazir bû.

Her wiha PDK`ê rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker vekir ku bi dehan baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava bike. Hejmara wan gihaşt 31’an, ji deriyê sînor ê Xabûrê bigire heta bigihêje aliyê rojhilat û Batûfa, Bamernî, Dêra Wekiyê û Şêladizê. Her wiha îstixbarata dewleta Tirk bi temamî di nava bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê de belav bûye.

(şx)

ANHA