Parlamenterên Iraqê xwestin li dijî dewleta Tirk gilînameyek pêşkêşî NY`yî bê kirin

Parlamenterên Iraqê xwestin dagirkirina xaka Iraqê û binpêkirina serweriya dewleta Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve bi lez bi dawî bibe û piştrast kirin ku divê li dijî dewleta Tirk gilînameyek ji bo Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî bê pêşkêşkirin û xebatên navneteweyî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser xaka Iraqê bên yekkirin.

Parlamenterên Iraqê xwestin li dijî dewleta Tirk gilînameyek pêşkêşî NY`yî bê kirin
12 sibat, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

3 parlamenterên Iraqê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Iraqê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Parlamenter Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed Elî û Kawa Mihemed di dauxyaniay xwe de bang li serokê hikumeta navendî ya Iraqê û serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê kirin ku ji bo bidawîkirina êrşên dewleta Tirk a dagirker bi lez bikevin tevgerê.

Her 3 parlamneteran êrişa li dijî Garê wekî binpêkirina serweriya dewleta Iraqê, Başûrê Kurdistanê û qanûna navneteweyî hesibandin û piştrast kirin ku divê hikumeta Iraqê li dijî dewleta Tirk gilînameyekê pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bike û her du hikumet li hemberî operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk ên li hundirê axa Iraqê, bi hev re kar bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha tekezî bi rola parlamanterên Iraqê hate kirin û wiha hate gotin: “Wekî parlamanter, erka me temsîlkirina îradeya gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Iraqê ye. Me di hundir parlamantoyê de 3 caran hemelya komkirina îmzeyan dest pê kir û derbarê operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û Mûsilê de, me îmzeyên 50 endaman bi dest xist. Her wiha me daxwaznameyek pêşkêşî desteya serokatiya parlamantoya Iraqê kir, lê mixabin ji ber berjewendiyên partiyetî, parlamantoyê nehişt ku mijarê bixîne lîsteya xebatên xwe. Ev yek ne rêzgirtina li hemberî îradeya gelê me nîşan dide. Wekî parlamanter em ji gel re tekez dikin ku em ê li hemberî dagirkirina xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê, bêdeng nemînin.”

Di daxuyaniyê de her wiha bang li civaka navneteweyî nexasim Amerîka, Brîtanya û Fransayê hate kirin ku ji bo rêgirtina li rûdana aloziyeke leşkerî û ewlehiyê li axa Iraqê ji hêla dewletên cîran ve, bikevin nav liv û tevgerê, nexasim ku xetereya DAIŞ`ê hîna li herêmê ye. Ji lew re divê ji bo tunekirina DAIŞ`ê pêwîstî bi hevkariyê heye.

(şx)