QSD`ê li Dêrazorê 9 terorîst girtin

QSD`ê bi du operasyonên ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 9 terorîst girtin.

QSD`ê li Dêrazorê 9 terorîst girtin
12 sibat, 2021   11:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 10 û 11`ê Sibatê de li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, du operasyonên ewlehiyê li dar xistin.

Li gorî navendê, di operasyona 10`ê Sibatê de 8 terorîst hatin girtin û terorîstekî din di operasyona 11`ê Sibatê de hate girtin.

Navendê piştrast kir ku di her du operasyonan de miqdareke çek, cebilxane û cîhazên peywendiyê hatin desteserkirin.

(cx)