Li Lîbyayê şêwirên avakirina hikumeta nû dest pê kir

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Debîbê ragihand ku şêwirên avakirian hikumeta nû bi aliyên Lîbyayê re dest pê kiriye.

Li Lîbyayê şêwirên avakirina hikumeta nû dest pê kir
12 sibat, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgehê destnîşan kir ku serokwezîr wê li gorî dema ku di nexşerêya li Cinêvê de li ser lihatiye lihevkirin, tev bigere.

Tê payîn ku piştî avakirina hikumeta Lîbyayê, li gorî biryarên diyaloga siyasî  ya li Cinêvê parlamanto li ser erê bike.

Fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê meclisa serokatiya nû Mihemed El-Menfî li bajarê Benxazî civiyan.

Di hevdîtinê de Hefter piştrast kir ku artêş piştgiriya meclisa serokatiyê ya nû û hikumeta yekitiya nîştimanî ku di encama diyaloga siyasî de ava bûye, dike.

Her wiha Mihemed El-Mrnfî li balafirgeha Benîna ya li Benxazî bi dehan rûspiyên qebîleyan, akademîsyen û çalakvanan re civiya.

 (şx)