Ehmed Qedûr: Bûyerên kuştinê rêbezeke yekser a derxistina fîtneyan e

Endamê Partiya Hevbendiya Nîştimaniya Demokratêk Ehmed Qedûr got: "Hin aliyên dijberî Rêveberiya Xweser bi sûcên kuştinê  dixwazin fîtneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de belav bikin da ku planên xwe bi cih bînin."

Ehmed Qedûr: Bûyerên kuştinê rêbezeke yekser a derxistina fîtneyan e
12 sibat, 2021   05:04
REQA-EHMED EL-ELÎ

Piştî serkeftina ku Rêveberiya Xweser bi dest xistiye û ewlehî li herêmê da rûniştandin li gel pêşketinên ku di tevahiya warên jiyanê yên aborî û xizmetguzarî de li herêmê pêk tên, gelek alî hewl didin wê projeyê têk bibin.

Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya xwe, herêmên Sûriyê dagir kirin. Ruxmî ku ew ji mezintirîn destekerên terorê ye, êrişî herêmên ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hîna dike. Jîngehan topbaran dike, sivîlên ewle dikuje û şaneyên xwe bi kar tîne da ku ewlehiya li herêmê têk bibe.

Hikumeta Şamê jî bi rêya tawan û derxistina fîtneyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de şerê Rêveberiya Xweser dike. Herî dawî hinek endamên êlên Ereb ên alîgirên hikumeta Şamê daxuyanî dan û banga dijbertiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir. 

Der bare mijarê de endamê Partiya Hevbendiya Nîştimaniya Demokratîk Ehmed Qedûr ev nirxand kir: “Piştî ku dewleta Tirk, aliyên din mîna hikumeta Şamê û Îranê nikarîn timayên xwe bi awayekî neyekser pêk bînin, niha zextê li herêmên Rêveberiya Xweser dikin. Vê carê endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser bi awayekî yekser dikin hedef.”

Qedûr diyar kir ku aliyên dijberî rêveberiya herêmê, ji van bûyeran armanc dikin ku fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û kesên welatparêz ji rêveberiyê dûr xin.

Qedûr destnîşan kir ku armanca sereke ya wan aliyan ew e ku bi rêya derxistina fîtneyan di navbera gelên herêmê de têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Ehmed Qedûr da xuyakirin ku dewleta Tirk bi du rêbazan êrişî herêmê dike, li aliyekî desteka terorê û şaneyên DAIŞ`ê dike û ya din bi raste rast êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Eyn Îsayê dike.

Têkildarî daxuyaniya ku hikumeta Şamê pê êlên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê muxateb girtiye, Qedûr ev yek zelal kir: “Hikumeta Şamê bi rêya tawanbarkirina Rêveberiya Xweser ku Kurd e û dixwazin ji Sûriyê parçe bibin, hewl dide fîtneyê li herêmê derxe. Di xîtabên xwe de her tim QSD`ê muxateb digire û gelên herêmê li dijî wê sor dike. Lê di rastiyê de QSD`ê ji tevahiya pêkhateyên herêmê pêk tê, armanc dike Sûriyeke demokratîk bi tevlêbûna tevahiya gelên Sûriyê ava bike û ewlehiya wê biparêze.”

Qedûr wiha domand: “Em li dijî kuştinê û derxistina fîtneyan e. Divê gelê Sûriyê bibe yek û penaber vegerin warên xwe. Banga me ew e dagirker hemû di sêrî de dewleta Tirk ji Sûriyê derkevin.”

Ehmed Qedûr xuya kir ku hikumeta Şamê gotina “parçebûnê” bi kar tîne da ku zext li dewletên din bike ku mafên wan nine ku rêveberiyeke wan hebe û wiha pê de çû: “Ev şaş e ew beşek ji pêkhateyên Sûriyê ne û ji bo Sûriyê kar dikin. Li Sûriyê tevneke pirrengî û hevgirtî heye, ne pêkane ku pêkhateyekê jê cuda bibe û ji hawîrdora wê derkeve.”

Di dawiyê de Ehmed Qedûr îşaretpê kir ku Rêveberiya Xweser armanc dike gelê Sûriyê bike yek û penaberên vegerîne warên wan û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Wek Partiya Hevbendiya Nîştimanî em bûyerên kuştinê yên ji hêla şaneyên girêdayî aliyên derve şermezar dikin ku hewl didin ewlehiya li herêmê têk bibin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uxKLlUkC5Uk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>