Siyasetmedarekî sûrî: Dewleta Tirk hewl dide herêmên Sûriyê tev li sînorên xwe bike

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya “îtîlafa Sûriyê” mayîndekirina dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê didomîne. Siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam hişyarî da û got “Dagirker li herêmên Sûriyê yên dagirkirî siyaseta tirkkirinê dimeşînin da ku wan herêman tev li xaka xwe bikin.”

Siyasetmedarekî sûrî: Dewleta Tirk hewl dide herêmên Sûriyê tev li sînorên xwe bike
12 sibat, 2021   03:46
NAVENDA NÛÇEYAN- AZAD SEFO

Piştî ku dagirkeriya Tirk demografiya herêmên dagirkirî guherand û bi hezaran çete li wan herêman bi cih kirin, li şûna pereyên Sûriyê pereyên Tirk ferz dike. Li gorî bi dehan raporên ku di salên borî de derketine, dagirkeriya Tirk li herêmên Sûriyê yên dagirkirî siyaseta tirkkirinê dimeşîne.

Wekî gaveke nû ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê, Erdogan di 6`ê Sibatê de biryarek da ku li bajarokê Rayî yê girêdayî parêzgeha Helebê ya Bakurê Sûriyê fakulteyeke bijîşkiyê û paymengeheke zanistên tenduristî bê vekirin.

Di vê derbarê de, endamê Desteya Hevseorkatiyê ya PYD`ê Aldar Xelîl li ser hesabê  xwe yê Facebookê got: “Biryara ku Erdogan ji bo vekirina fakulteyên girêdayî Zanîngeha Stenbolê li bajarokê Rayî yê Sûriyê daye, piştrast dike ku Erdogan van herêman wekî herêmên Tirkiyê dibîne û li wir qanûnên Tirkiyê dimeşîne. Her wiha li wan herêmên dagirkirî yên Sûriyê materyalên tirkî li dibistanan dide û bi wê yekê piştrast dibe ku li kêleka aliyê siyasî û leşkerî, qirkirina çandî û ferzkirina çanda Tirkiyê jî dewam dike.”

Xelîl her wiha destnîşan kir ku li hemberî vê gavê, pêwîst e mêjî, fikir û wejdanê hemû welatiyên Sûriyê yên bi welatê xwe û yekitiya welatê xwe difikirin, hişyar be.

‘PLANEKE SÎSTEMATÎK’

Siyasetmedarê ji Sûriyê Semîr Ezam jî têkildarî mijarê ji ANHA`yê re got: “Vekirina peymangeh û fakulteyên perwerdeyê li bajarên Sûriyê yên dagirkirî, di çarçoveya plana tirkkirinê ku dewleta Tirk bi awayekî berfireh dimeşîne de, pêk tê. Ji hildana ala Tirkiyê li ser avahiyên fermî, dibistan û nexweşxaneyan bigire û heta vekirina dergehên bejahî yên di navbera bajarên dagirkirî û xaka Tirkiyê de.”

Ezam diyar kir ku li kêleka wan sûcan, dewleta Tirk şêniyên resen ji bajar û bajarokên wan dide koçberkirin, li şûna wan kesên biyanî bi cih dike û pereyên tirkî ferz dike û wiha domand: “Ev yek bi armanca tevlêkirina bajar û bajarokên dagirkirî ji xaka Tirkiyê re di dema pêş de, pêk tê. Ev ne pêşbînî ye, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, serokwezîr û her du wezîrên parastinê û karên hundirîn ên Tirkiyê gelek caran ragihandin ku Heleb, Idlib, Efrîn û bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bajarên Tilefer, Mûsil û Kerkûk li gorî Mîsaqa Millî herêmên tirkî ne. Bi wê yekê, tirkkirina herêmên Sûriyê yên dagirkirî zemîna tevlêkirina ji xaka Tirkiyê re ye.”

Ezam daxuyand ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên dagirkirî pêk tîne, binpêkirina Peymana Cinêvê ya 4`an û Peymana Romayê ye û li gel bêdengiya civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tê.

‘DEWLETA TIRK DIJMINAHIYA HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRIYÊ DIKE’

Siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam li ser “karesata heyî” ya li ser xak û gelê Sûriyê hişyarî da û wiha lê zêde kir: “Divê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe û li hemû herêman dengê xwe bilind bikin û bi çekan û lênûsan li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin, da ku karesata tevlêkirina herêma Arkiya ji Kilikyayê re (1992) û Lîwa Iskenderon (1939) dubare nebe.”

Ezam piştrast kir ku divê welatiyên Sûriyê têbigihêjin wê yekê ku dewleta Tirk dijmina hemû etnîk û tayîfeyên Sûriyê ye û ne tenê dijmina pêkhateyekî ye.

‘DAGIRKIRIN BI ERÊKIRINA RÛSYA Û ÎRANÊ PÊK HAT’

Semîr Ezam di axaftina xwe de destnîşan kir ku bêyî erêkirina her du aliyên garatorên Asatnayê (Rûsya û Îran) û lihekvirinên wan ên eşkere û veşartî, dewleta Tirk nikarîbû artêşa xwe derbasî Cerablus, Bab û Idlibê bike, herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike û li wan herêman sûcên şer ên sûcên qirkirina etnîkî pêk bîne.

Ezam wiha domand: “Mixabin, welatiyên Sûriyê li hev nakin. Ez pêşbîn nakim ku di demeke nêz de ji bo parastina welatê xwe û xaka xwe ya bakurê welêt ku gefên tirkkirinê û tevlêkirina xala Tirkiyê li ser wan heye, helwesteke nîtşimanî ya yekbûyî nîşan bidin. Rejîm û komên îslamî bê îrade ne û bûne çeteyên Rûsya, Îranê û dewleta Tirk.”

‘TENÊ QSD LI HEMBERÎ DAGIRKERAN LI BER XWE DIDE’

Siyasetmedarê Sûriyê Semîr Ezam destnîşan kir ku tenê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ`î li ber xwe da .

Siyasetmedarê Sûriyê bang li azadîxwaz û welatparêzên Sûriyê kir ku herî kêm di aliyê siyasî û ragihandinê de piştgiriya QSD`ê bikin.

(cx)

ANHA