Kê bingeha êrişên li ser Garê amade kir?

Her hêzek dema ku amadekariyên êrişekê dikin, li zemînekê digere da ku êrişa xwe pêk bîne û ji bo ku êrişên xwe rewa bike hincetan diafirîne. Lê êrişa li ser herêma Garê, dewleta Tirk bi tena xwe nekir. Gelo hêza li şûna wê şûna wê kî ye û kî planên dewleta Tirk ên li dijî Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê rewa dike?

Kê bingeha êrişên li ser Garê amade kir?
12 sibat, 2021   06:02
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker di 10`ê Sibatê de bi awayekî berfireh êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir. Di êrişê de zêdetirî 50 balafirên şer di nava çend saetên li pey hev hatin bikaranîn. Paşê bi rêya helîkopteran leşkerên xwe li herêmê belav kir. HPG`ê hewldana artêşa Tirk a dagirker ku xwe li herêma Garê û Mîrok bi cih bike têk bir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê bi helîkopterên şer ji cûreya Sikorsky û Cobra derbasî herêma Garê bûn. Ev cara yekemîne ku artêşa Tirk a dagirker ji xaka Başûrê Kurdistanê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Êrişa li ser herêma Garê berê bi beşdarbûna hin hêzên herêmî û navneteweyî hatibû plankirin. Armanca wê destkeftiyên gelê Kurd ku di nava çend salan de bidest xistine, têk bibin. Ev plan di 16`ê Hezîrana 2020`an de anku bi êrişa dewleta Tirk ên li ser herêma Heftanînê re û komploya li dijî Şengalê ya 9`ê Mijdara 2020`an  hatin eşkerekirin, ku hemwextî salvegera 22`an a destpêkirina Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat.  Plana dewleta Tirk a êrişeke berfireh li ser herêma Dêrik û Şengalê di 23`ê Çileyê de jî hate eşkerekirin.

Ji bo em nas bikin kî ne yên zemîna êrişa dewleta Tirk li ser herêma Garê datînin ku dûrî sînorê di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de, divê em hinekî paşde vegerin.

Di 4`ê Îlonê de Seroka Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fewzî El-Herîrî, Kerîm Şengalî, Sevîn Dizyî û Felah Mustefa berê xwe dan Tirkiyê û bi wezîrê karên derve yê dewleta Tirk Mevlût Çavuşoglu û serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan re civiyan. Li gorî Mevlût Çavuşoglu li ser Twitterê belav kir ku wan li ser şerê li dijî PKK`ê li hev kir.

Piştî seredana berpirsên PDK`ê ji dewleta Tirk re, nexasim di 25`ê Mijdara 2020`an de, PDK`ê hêza xwe ya taybet (Hêza Gulan) a girêdayî Mesrûr Barzanî û "çeteyên Roj" bi çekên giran li herêma Garê û Metîna bi cih kirin. Ew hêz ne girêdayî wezareta Pêşmerge ne, lê belê bi awayekî yekser girêdayî PDK`ê ne.

Hêzên PDK`ê ku li herêma Garê bi cih bû ji artêşa Tirk a dagirker re cih diyar kir û di encama wê de bi dehan gerîleyan HPG`ê şehîd bûn. Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di 29`ê Çileyê de ji Medya Haber TV re ragihand ku di encama hevkariya istixbaratên girêdayî PDK`ê (Parastin) bi istixbaratên dewleta Tirk (MÎT) re bi sedan gerîlayên PKK`ê şehîd bûn.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji Bernameya Taybet a Stêrk Tv re ku di 27`ê Çileyê de hatibû weşandin bang li PDK’ê kir "Soz bidin ku sîxûriyê ji Tirkiyê re nekin. Xizmeta siyaseta qirkirinê nekin. Eger ku soza vê bidin, wê demê wê çareseriya pirsgirêkên heyî hê rehetir pêk bên."

Li beramberî vê bangê PDK`ê rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker vekir da ku êrişî herêma Garê bike. Li gorî agahiyan ku birevebirina êrişê ji gundê Mesîhî yê girêdayî Selahdîn cihê jidayikbûna berzaniyan, tê kirin.

Serokê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 10`ê Sibatê de anku roja destpêkirina êrişa dewleta Tirk a li ser herêma Garê di civînekê çapemeniyê de, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê rewa kirin.

Di wê civînê de, têkildarî pirsa rojnamevankî tirk a li ser helwesta hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya ji binpêkirina serdesetiya xaka Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve,  Mesûr Barzanî wiha bersivand: "Herêmên ku artêşa Tirk dike hedef ji ber hebûna PKK`ê serdestiya xwe wenda kirine."

Ji bîr kir ku hikumeta Iraqê û PDK'ê berxwedana PKK'ê ya li hemberî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Şengal û Mexmûrê ku xeta parastina Hewlêrê ne, silav kirin.

 (bx)

ANHA